Kûpaya Cîhanê ya 2018an / Rûsya

'Kurd di Kûpaya Cîhanê de wê bêkêf bin, dert û kulên wan zêdê ne'

Sputnik
Nêrîn
Lînkê kurt
Vejdi Uluç
0 10

Futbolîstê Diyarbakirsporê yê berê û şîrovekarê werzişê Ramazan Kahramaner derbarê Kûpaya Cîhanê, tîmên favoriyên organîzasyonê û îhtîmala serfiraziya hin futbolîstan ya di Kûpaya Cîhanê de ramanên xwe bi Sputnik Kurdistanê re parve kirin.

Fitbolîstê Diyarbakirsporê yê berê û şîrovekarê sporê Ramazan Kahramaner bi giştî derbarê dîroka organîzasyona Kûpaya Cîhanê daxuyand ku di sala 1942an û di sala 1946an de du caran ji ber şerê cîhanê nehatiye lîstin, 2-3 caran jî ji ber sedemên navdewletî hatiye boykotkirin, herwiha siyaset li ser futbolê bandordar e. Şîrovekar Kahramaner eşkere kir ku siyaset di nav futbolê de ye û zirarê dide futbolê, herwiha gotinek nîvîskar û rojnemevan Simon Kuper yê brezîlî bibîrxist ku 'di pirtûka xwe ya bi navé, "Futbol bê guman bi tenê futbol nînê" de qala sîyaseta di nav futbolê de dike ku gellek entrîqayên li pişt futbolê diqewimin hene û bê gûman siyaset ji futbolê dûrnakeve.

‘TI SEDEM JI BO BOYKOTKIRIN Û BETALKIRINA KÛPAYA CÎHANÊ NÎNE'

Şîrovekar Ramazan Kahramaner eşkere kir ku Rûsya dewletek mezin a Cîhanê ye û ez bawer nakim bi DYAyê re pevbiçin û ji bo kûpaya cîhanê bibe asteng. Armanca dewletên mezin ew e ku bi geşedanan çekên xwe bifroşin dewletên Rojhilata Navîn û ji ber vê jî îhtîmala ti şerî tuneye ku ji bo kupaya cîhanê bibe asteng û bibe sedema betalkirinê. Bê gûman organîzasyona Kûpaya Cîhanê wê bê lidarxistin. Îhtîmala betalkirina organîzasyonê ya ji bo şerê welatan pir kêm e ji ber ku şerekî wisa dernakeve.

‘KURD BI PIRANÎ WÊ PIŞTGIRIYA TÎMA SPANYAYÊ BIKIN'

Ramazan Kahramaner li ser îhtîmala gelo kurd wê piştgiriya kîjan tîma milî ya welatên biyanî bikin de, da zanîn ku bi giştî û rastî pirsgirêkên kurdan gellekin û barekî giran e li ser mile kurdan e. Ez bawerim wek her gav wê organîzasyonê bi kêf û coş temaşe nekin, sedem jî siyasî ye û her wekî din in. Dilê temaşevan û alîgirên kurd hertim bi ser Barcelonayê de ye, û ji ber ku Barcelona tîma Spanyayê ye û gellek futbolîstên wê di kadroya tîma netewî a Spanyayê de cih digrin bi piranî kurd ez bawerim wê piştgiriya tîma milî ya Spanyayê bikin.

‘SERFIRAZIYEK TÎMA RÛSYAYÊ NIHA NE PÊKAN E'

Futbolîstê Diyarbakirsporê yê berê Ramazan Kahramaner derbarê tîma milî ya Rûsyayê de jî got ku mazûvanê organizasyona Kûpaya Cîhanê ya 2018an Rûsya ne wek berê bi hêz e, bi rastî jî wexta ku em li tîmê dinêrin fitbolîstên wê yên baş û li ber çav niha tunene, ji ber vê jî serfiraziyek di kupaya cîhanê ya tîma milî ya Rûsyayê ne pêkan e. Ji bo serfiraziyên di organîzasyonên wek yên Kûpaya Cîhanê de divê fitbolîstên baş di kadroyê de hebin.

‘DI SERÎ DE SPANYA PAŞÊ FRANSA, SURPRÎZ JÎ BELÇÎKA YE'

Şîrokvekar Kahramaner favoriyên xwe yên di Kûpaya Cîhanê de eşkere kir ku min di serî de Spanya hilbijartiye lê di rêza dudyan de jî jî Fransa heye, ev herdu tîm ji bo min serkftî ne, herwiha tîma surprîz jî ez wek tîma Belçîkayê dibinim, ji ber fitbola wê û fitbolîstên ku kadroyê de cih digrin. Ji nav fitbolîstan jî bi ya min Kevin De Bruyne û Hazard wê pir serkeftî bin, bi piranî fitbolhezker Ronaldo û Messi derdixin pêş, li gor min ne rast e û herdu fitbolîstên navdar ez bawer nakim ku di tîma milî de wek tîmên xwe bilîzin û serkeftî bin.

Bi heman mijarî:

‘Kûpaya Cîhanê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn wê bi kelecan derbas bibe'
‘Tîmên Elmanya û Fransa di serî de gellek favoriyên Kûpaya Cîhanê henin'
‘Kûpaya Cîhanê wê di navbera Messi û Dewletên Ewropayê de derbas bibe'
Di dema Kûpaya Cîhanê ya 2018an de wê li St. Petersburgê kirê çiqas bin?
Arenaya Volgogradê ku dê di pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2018an li Rûsyayê mazûvaniyê bike
Etîketan:
fitbol, kûpaya cîhanê, pêşbirk, kurd, Ramazan Kahramaner, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de