Kûpaya Cîhanê ya 2018an

‘Kûpaya Cîhanê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn wê bi kelecan derbas bibe'

© REUTERS / Sergey Pivovarov
Nêrîn
Lînkê kurt
Vejdi Uluç
0 10

Şîrovekarê futbolê Saffet Azbay, derbarê bandora boykotkirina kûpaya cîhanê ji aliyê welatên Rojava û yên din, lidarxistina organizasyona kûpayê, nêrîna kurdan a bo kûpayê, tîmên favorî û tîma netewî ya Rûsyayê ji Kurdistan Sputnikê re nirxand.

Kûpaya Cîhanê ya 2018an her ku diçe nêzîktir dibe, kelecana wê jî bi demê re xwe nişan dide, lê caracaran bûyerên siyasî ku diqewimin derdikevin pêş organîzasyonê. Ji ber bûyera jahrîkirina sîxurê berê yê rûsî di navbera Rûsya, Brîtanya û hin dewletên cîhanê de nîqaş rû da û hin welatên ku di Kûpaya Cîhanê de cih digrin bi boykotkirinê organizasyon tehdit kirin. Şîrovekarê sporê Saffet Azbay derbarê mijarê de got biryara welatên ku ji ber bûyera Skripal dibêjin em ê organîzasyonê boykot bikin, ev ne tiştekî pêkan.

‘DIVÊ SIYASET Û SPOR JI HEV DÛR BISEKININ'

Şîrovekarê sporê Saffet Azbay derbarê mijarê de got biryara welatên ku ji ber bûyera Skripal dibêjin em ê organîzasyonê boykot bikin, ev ne tiştekî pêkan e û ne rast e, biryarek xelete û biryarên siyasî ne. Divê siyaset û werziş ji hev dûr bisekinin û tevlî hev nebin. Ji ber bûyera siyasî dibe ku navbera wan û dewleta Rûsyayê de nîqaş hebin lê divê bi sporê re neyê girêdan, Kûpaya Cîhanê organîzasyonek bi serê xwe ye û tevlî siyasete nebe.

‘KÛPAYA CÎHANÊ WÊ LI TIRKIYEYÊ KÊMKELACAN DERBAS BIBE'

Şîrovekarê Sporê Saffet Azbay da zanîn, Ji ber ku tîma Tirkiyeyê di organîzasyonê de cih nagre bo gelê Tirkiyeyê wê kêmkelacan derbas bibe. Kûpaya Cîhanê sazumanek gellekî mezin e û pir girîng e, ji ber ku li Rûsyayê tê li darxistin nêzî gelên Rojhilata Navîn e jî, bi ya min wê îsal bi mazûvantiya dewleta Rûsyayê wê organîzayenek pir mezin û bi kelecan derbas bibe, lê ji bo gelê tirk em nikarin vê bêjin, ji bo ku tîma netewî a Tirkiyeyê beşdar nebû.

‘ZÊDEKIRINA TÎMAN KELECANA ORGANÎZAYONÊ WÊ ZÊDETIR BIKE'

Azbay bibîrxist ku 16 tîm li ser barê organîzasyonê hatin zêdekirin û helbet wê bandorekê li organîzasyonê bike, di kûpayê de gellek tîmên mezin hene, wek tîma Elmanya, Brezîlya, Arjantîn û Spanya, hejmara pêşbirkên wan wê zêdetir bibin û kelecana pêşbirkan jî wê derkeve asta herî bilind. Herwiha ji bo temaşavanan jî zêdebûna pêşbirkan wê bi kêfxweşî bên pêşwazîkirin. Ji aliyê din ve ji ber ku cara ewil organizasyona fitbolê ya herî mezin li heremê an jî li Rûsyayê tê li darxistin tiştekî cuda ye bi ya min.

Azbay, organîzasyon wê li Rûsyayê bê li darxistin û dewletek ku bi heremê ve têkildar e, ji ber vê jî em organîzayonê nêzî xwe dibînin, ez bawerim ji bo Rojhilata Navîn kelecana wê zêdetir be. Saffet Azbay derbarê tîma nêzî kurdan jî got, bi rastî Arjantînê nêzî xwe û kurdan dibinim, ji ber ku tîmek xwedî hêz e û tîmek taybet e. Spanya û tîma xwedîmal Rûsya jî ji ber ku mazûvanê organîzasyonê ye û dewletek ji heremê ye, dixwazim di encama kûpayê de biserkevin. Lê bi ya min Arjantîn wê nêzî me.

‘DI DEMA YEKÎTIYA SOVYETAN DE TÎMEK BI HÊZ BÛ'

Şîrovekar Azbay derbarê hêza tîma netewî a Rûsyayê de got, di dema Yekîtiya Sovyetan de hêza tîma netewî a Rûsyayê pir baş bû, lê ji hêza xwe ya berê niha dûr ketiye. Tîma netewî ya Rûsyayê hêza wê ne baş, ne xirab e, bi ya min ne tîmek favorî ya Kûpaya Cîhanê ye, serkeftinek tîma rûs bi ya min wê surprîz be, lê bi hebûna xwe wê rengekî organîzayonê be. Azbay di nav tîmên di kûpayê de wê têbikoşîn de favoriyê xwe jî eşkere kir ku Arjantîn li pêş hemû tîman xuya ye, lê tîmên wek Elmanya, Spanya û Brezîlya jî divê kêm neyên dîtin û favoriyên organîzayonê ne.

Azbay derbarê tîmên wek Îtalya, DYA, Şîlî ku di Kûpaya Cîhanê de cih nagrin got, kêmasiya wan wê li organîzasyonê bibe, herwiha Îtalya xwedî kupaya cîhanê ye. Bi ya min tîmên taybetin, bi lîstika xwe û bi fitbolîstên ku di cîhanê de tên naskirin di qadroya xwe de dihewînin û ji ber vê jî tîmên pir girîng in, kêmasiya wan wê xuya be.

Bi heman mijarî:

Zaxarova: Xeyala mezin a rojavayiyan nehiştina birêvçûna Kûpaya Cîhanê ya 2018an e
Peskov: Boykota dîplomatîk a muhtemel a li ser Kûpaya Cîhanê dê bandorê li turnûwayê neke
‘Tîmên Elmanya û Fransa di serî de gellek favoriyên Kûpaya Cîhanê henin'
Arenaya Volgogradê ku dê di pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2018an li Rûsyayê mazûvaniyê bike
Etîketan:
UEFA, Kûpaya Cîhanê a 2018an, FIFA, Fitbol, Rûsya, Sputnik, Saffet Azbay, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de