Kûpaya Cîhanê a 2018 an

‘Tîmên Elmanya û Fransa di serî de gellek favoriyên Kûpaya Cîhanê henin'

© Sputnik /
Nêrîn
Lînkê kurt
Vejdi Uluç
0 01

Fitbolîstê Galatasaray yê berê û şîrovekarê sporê Mehmet Gonulaçar derbarê Kûpaya Cîhanê de ji Sputnik Kurdistanê re fikrên xwe anî ziman. Li gor Gonulaçar di vê organizasyona sereke de gellek tîmên favori hene.

Fitbolîstê Galatasaray ê berê û şîrovekarê sporê Mehmet Gonulaçar li ser pirsa gelo zêdekirina hejmara tîmên organîzasyonê ku ji 32an derket 48an wê bandorek çawa li Kûpaya Cîhanê û tîman bike, got, wekî hûn jî dizanin berê organîzayon bi 32 tîman dihat li darxistin lê piştî biryara çend sal berê ya UEFAyê ev hejmar hat zêdekirin û têkoşîna hejmara tîman bû 48. Zêdekirina hejmara tîman ti bandorê li dewleta ku organîzayonê wê li dar bixe nake. Dewleta ku vê organîzasyonê daxwaz dike tê ser wê wateyê ku bi hêza xwe jî bawere û ez bawer nakim ku bandorek neyînî bike. Herwiha Gonulaçar destnîşan kir, tîmên ku wê di Kûpaya Cîhanê de têbikoşin amadehiyên xwe diqedînin an jî li ber qedandinê ne. Her tîm ji bo kû serkeftinên baş bidestbixin dixebitin.

‘MAZÛVANTIYA TÎMÊ NAYÊ SER WATEYA AWANTAJÊ'

Gonulaçar derbarê tîma xwedîmal de jî da zanîn ku her çiqas Rûsya xwediyê organîzayonê be jî em nikarin bêjin wê favoriyek ji tîman e. Lê helbet wê avantajek mazûvantiyê hebe, ew jî piştgiriya alîgiran e. Li ser tîmê wê bandorek erênî bike lê tîma Rûsyayê ji hêza xwe dûr e. Şîrovekarê sporê Mehmet Gonulaçar li ser tîma Rûsyayê bibîr xist ku tîma xwediyê malê ji hêza xwe ya berê ya salên 1990î dûr ketiye. Herwiha tîma Rûsyayê di wê heyamê de gellek serkeftin bidestxistin, du caran beşdarî têkoşîna Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê bû, du caran jî beşdarî Şampiyoniya Kûpaya Ewropayê bibû.

‘ELMAN, FRANSA DI SERÎ DE GELLEK TÎMÊN FAVORÎ HENE'

Şîrovekarê sporê Gonulaçar li ser hêza tîman û favoriyên Kûpaya Cîhanê ya 2018an de jî got, di serî de tîma Elmanya ku hêza wê lîstîka wê li ber çavan e û piştre jî Fransa li gor min tîmên bi hêz ên ku di organîzayonê de wê serî bikşînin. Ev herdu tîm bi fitbolîstên ku di kadroya xwe de dihewînin û bi lîstîkek bandordar di pêş de bên xuyakirin jî, gellek tîmên din hene ku di kûpayê de wê derkevin holê û bibin favoriyên kûpayê. Ji wan tîman Brezîlya, Portekîz, Arjantin, Spanya hevparên kûpayê ne.

‘JI FITBOLÎSTÊN KEVN MESSI, JI NIFŞÊN NÛ MBAPPE'

Gonulaçar ji xeynî tîmên favorî, fitbolîstên ku di Kûpaya Cîhanê a 2018an de derkevin pêş jî bi navan eşkere kir. Li gor şîrovekar, fitbolîstê arjantînî Lionel Messi lîstikvanê sereke yê cîhanê ye û di kûpayê de cardin wê li pêş be û nîqaşa Messi nayê kirin.

Mehmet Gonulaçar ji nav fitbolîstên nifşên nû jî gellek nav jimartin lê fitbolîstê frensî Mbappe li pêş dîbîne.

Bi heman mijarî:

Arenaya Volgogradê ku dê di pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2018an li Rûsyayê mazûvaniyê bike
‘Kûpaya Cîhanê wê di navbera Messi û Dewletên Ewropayê de derbas bibe'
Pisîka kahîn Аşil ji bo Kûpaya Cîhanê dest bi diyetê kir
Di dema Kûpaya Cîhanê ya 2018an de wê li St. Petersburgê kirê çiqas bin?
Pûtîn, cezayê firotina bilêtên sixte yên Kûpaya Cîhanê pejirand
Etîketan:
Favorî, Organîzasyon, FIFA, Fitbol, Spunik Kurdistan, Mehmet Gonulaçar, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de