Kûpaya Cihanê a 2018an

‘Kûpaya Cîhanê wê di navbera Messi û Dewletên Ewropayê de derbas bibe'

© Sputnik /
Nêrîn
Lînkê kurt
Vejdi Uluç
0 12

Derbarê boykotkirina Kûpaya Cîhanê ya Brîtanyayê, favoriyên organîzasyonê û tîma milî ya Rûsyayê de bi nivîskar û şîrovekarê sporê Ali Fikri Işik re wek Sputnik Kurdistan me roportajek kir.

Kûpaya Cîhanê ya 2018an di tarîxa 14ê Pûşber û 15ê Tîrmehê de wê li 11 bajarên Rûsyayê bê lidarxistin. Derbarê boykotkirina Kûpaya Cîhanê ya Brîtanyayê, favoriyên organîzasyonê û tîma milî ya Rûsyayê de bi nivîskar û şîrovekarê sporê Ali Fikri Işik re wek Sputnik Kurdistan me roportajek kir.

‘ÎHTÎMALA BOYKOTKIRINA KÛPAYA CÎHANÊ A TÎMA BRÎTANYAYÊ TUNEYE'

Ali Fikri Işik diyar kir ku serokê Fitbola Federasyona Brîtanyayê yê berê Bernstein bilêv kir ku boykotkirina Kûpaya Cîhanê ya 2018an dibe ku encamên erênî bi xwe re bîne, lê di vê organizasyona mezin a yekem ya cîhanê de îhtîmala boykotkirina Kûpaya Cîhanê a tîma Brîtanyayê tuneye, herçiqas serokê berê yê Fitbola Federasyona Brîtanyayê Bernstein bilêvkiribe jî ez bawer nakim ku bibe kiryarek dewleta Brîtanyayê û tîma milî ya Brîtanyayê wê di Kûpaya Cîhanê de cih bigre.

‘BERIYA NIHA 150 SAL BERÊ JÎ SIYASET TÊKILDARÎ FITBOLÊ BÛ'

Işik bandora sîyasetê ya li ser fitbolê jî nirxand û eşkere kir ku beriya niha 150 sal berê jî dema ku fitbol ji aliyê brîtaniyan ve hat kifşkirin jî sîyaset di nav fitbolê de bû, îro jî bi fitbolê re têkildar e. Em nikarin bêjin fitbol ji sîyaseta cîhanê dûr e. Endustriya fitbolê gellekî berfireh e û dewlemend e, siyaset nikare jê dûr bisekine û wisa jî berdewam bike.

‘TÎMA FAVORÎ TUNEYE, TÎMÊN FAVORÎ HENE'

Wek her organizasyona fitbolê tîmek ku derdikeve pêş yan jî favori tê bijartin heye yan jî hene, li ser pirsa ku favoriyê wê kîjan tîm e Fikri Işik diyar kir ku bi ya min tîma ku di vê organîzasyonê de derkeve pêş tuneye, tîmên ku derkevin pêş wê hebin. Ji wan tîman yên ku bi lîstikên xwe û nûjenkirina fitbola xwe di çend salên dawî de derkevin pêş Belçîka, Elmanya, Arjantîn, Spanya, Fransa yek ji wan tîman e. Işik her wiha got ku ji van tîman yek dibe ku bibe serfirazê Kûpaya Cîhanê ya 2018an.

‘DI KÛPAYA CÎHANÊ DE MESSÎ Û TÎMÊN EWROPAYÊ WÊ TÊBIKOŞ IN'

Şîrovekarê sporê Işik da zanîn ku hêza tîma Arjantînê divê neye paşguhkirin, lewre fitbolîstekî wek Messi di tîmê de cih digre û ez bawerim em ê bibînin ku têkoşîna Kûpaya Cîhanê wê di navbera du hêzan de derbas bibe. Yek ji wan hêzan Lionel Messi ye û ya din jî Dewletên Ewropayê ne. Fikri Işik balkişand ser ku bi vî awayî kelecana organizasyona li Rûsyayê wê ji organîzasyonên din cudatir û balkêştir be.

‘DIVÊ TÎMA RÛSYAYÊ FITBOLA XWE PÊŞ DE BIBE'

Fikri Iişik derbarê tîma milî a xwedîmal Rûsyayê de jî got, tîma Rûsyayê wek ji lîstkek kollektîf dûr e, her çiqas mazuvantiya organîzasyonê wê bike jî heke di tûra duyem de ji organîzasyonê neke ve, em nikarin bêjin wê tîmek ji favoriyan be jî. Fitbola Rûsyayê li gor lîstîk û taktîka dewletên din yên wek ewropayê kêm ma ye. Her wiha xwedîmalitya Rûsyayê nayê ser wateya ku wê bibe favoriyek ji tîmên Kûpaya Cîhanê.

Bi heman mijarî:

Pisîka kahîn Аşil ji bo Kûpaya Cîhanê dest bi diyetê kir
Di dema Kûpaya Cîhanê ya 2018an de wê li St. Petersburgê kirê çiqas bin?
Pûtîn, cezayê firotina bilêtên sixte yên Kûpaya Cîhanê pejirand
Di Kûpaya Cîhanê ya 2018an de ji bo kesên astengdar wê ‘pêşkeşvan' pêywirdar bin
Etîketan:
Tîm, Kûpaya Cîhanê a 2018an, FIFA, Fitbol, Ali Fikri Işik, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de