Di tarîxa 14 Pûşber-14 Tîrmehê de pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an wê li Yekaterinburgê bên lîstin.

Jovanoviç: Dê organizasyona Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an bêhempa be

© Sputnik / Anton Denisov
Nêrîn
Lînkê kurt
0 0 0

Futbolîstê Sirbî yê berê Milan Jovanovic ragihand ku organizasyona Kûpya Cîhanê ya FIFA 2018an ya ku li Rûsyayê were lidarxistin dê bêhempa be.

Jovanovic ji Sputnikê re axivî, "Kûpaya Cîhanê ji bo danasînê welatekî weke Rûsyayê fersendeke baş e. Organîzasyon dê ji aliyê hemû cîhanê ve were şopandin, ji ber vê yekê ez emîn im ku dê organîzasyoneke bêhempa be."

Jovanovic da zanîn ku li Rûsyayê futbol ne spora sereke ye, "Kûpaya Cîhanê ji bo naskirin û populerbûna sporê li Rûsyayê fersendeke bêhempa ye û bi dîtina min dê tîma netewî ya rûsî dê bi xwestekek mezin bilîze."

Di navbera salên 2002-2017an de yek ji futbolîstên girîng k udi tîmên weke Lîverpool, Standard Liege, Lokomotiv Moskova û Anderlechtê de lîst herwiha eşkere kir, "ez wisa difikirim ku welatekî weke Rûsyayê mezin ji aliyê binesaziyê ve li gorî oranîzasyona berê dê baştir organize bike. Projeyên harîquladê ên stadyûman jî vê yekê nîşan dide. Ji bo zewqeke mezin ji lîstivan û alîgran re şert û mercên guncaw hêvî dikim..

 

Bi heman mijarî:

Dema Kûpaya Cîhane dê li Samarayê qelîteya hewayê were raçavkirin
Bajarê Rostovê dema Kûpaya Cîhanê de mazuvaniya geştyaran dike
Li Saranskê ji bo her welatê beşdarî Kûpaya Cîhanê dibe, dê roja taybet were lidarxistin
Etîketan:
Kûpaya Cîhanê, FIFA 2018, Jovanovic, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de