19:00 23 Hezîran 2018
© Sputnik .

RT vîdeoyek weşand ku teknîka leşkerî ya rûsî ya nû nîşan dide û cih dide gotinên serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, dema dibêje: `Tu kesî guhdariya me ne kir, niha guh bidin me`.

Di klîbê de behsa sîstemên leşkerî yên wek `Kînjal`, `Sarmat` û Avangard, navgînên binav ên bêpîlot û moşekên bi pergala hêza nukleerî tên kirin, ku ji bo verastkirina parîteya nukleerî wê alîkariya Rûsyayê bikin.

Pûtîn di destpêka meha Adarê di axaftina xwe ya li Meclîsa Federal de behsa çekên nû yên yên ji testê derbaz bûnî kir, ku demeke dirêj wê ewlekariya welêt dabîn bikin. Dîmenên teknolojîya nû û modelên kompûterî yên xebata wê teknolojîyê pêratiya axaftina Pûtîn kirin.
Pûtîn di wê axaftina xwe de destnîşan kir ku Rojavayê bi Rûsyayê re gotûbêjkirina metirsiyên wê yên derbarê binpêkirina hevsengiya stratejîk de red kir û nexwest guh bide hişyariyên Moskowê yên  amadekariyên wê yên bêbandorkirina tehdîdên  sîstemên bergiriya moşekan ên DYAyê.

Bi heman mijarî:

Pisîkên axir zeman: Cird xwarina wê dixwe û ew lê dinere
Li umreyê bi telefona xwe mijûl bû, şimaqek xwar
Lavrov qutiya tiştên taybet diyariyê Kim kir
Pisîk têjika Werşeqê xwedî dike
Piştî hevser û yarika wî bi hev re zeft kirin, di orta kolanê de mêrê xwe kuşt
Etîketan:
Avangard, Kînjal, Fuzeya Sarmat, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirvîdeo