23:00 21 Hezîran 2018
Video klûb

Li Yermukê dibistanên DAIŞê yên bo zarokan derketin holê

Video klûb
Lînkê kurt
0 0 0

Li gundê El Hacr el-Asvad ê ku nêzî kampa Yermukê ya penaberan e û li başûrê Şamê dikeve, dibistanên DAIŞê yên bo zarokan avakiribû hatin tespîtkirin.

DAIŞê dibistanên standart veguherandine navendên cîhadxwaz û perwerdehiya milîtanan. Di van navendan de perwerdehiya bikaranîna çekan, fikrên tundraw û hişmendiya Îslamê ya li gorî xwe didin. Sputnikê dîmenên navenda dibistana li El-Hacr el-Asvadê girtin. Milîtanan ser nivîsên ku li dîwarên dibistanê hatine nivîsandin bi boyxa reş girtine û sloganên rêxistinê li ser nivîsandin e. Pirtûkxaneya dibistanê jî hatiye şewitandin, bi tenê pirtûkên ku terorîstan destûr dane cih girtine û dihatine xwendin. Li hemû deverên ku di bin kontrola DAIŞê de ne dibistanên mîna vê navendê hatine avakirin.

Etîketan:
perwerdehî, dibistan, daiş, Sputnik, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirvîdeo