16:58 26 Gulan 2018
Video klûb

Ji bo wêrekiya xwe îsbat bike, xwe avêt ber TIRê

Video klûb
Lînkê kurt
0 01

Xortekî rûgirtî ji bo ji hevalên xwe re wêrekiya xwe îsbat bike xwe avêt ber TIRekê û hindik mabû ku jiyana xwe li ser bikira.

Bikarhênerên medyaya civakî roja sêşemê vîdeoyek belav kir ku tê de xortekî rûgirtî li ser tirimbêla xwe ya taybet li ber muzîkê direqise û ji nişkê ve xwe diavêje ber TIRa ku ji aliyê din ve tê.

Tê gotin ku wî xortî xwestiye ji hevalên xwe re îsbat bike ku mêrxas e lewra xwe avêtiye ber TIRê. TIR jî gelekî lezgîn dihat.

Dî vîdeoyê de diyar dibe ku ew xort di kêlîka dawî de ji TIRê rizgar dibe li gel ku ajokarê wê bi dengekî bilind li klaksonê xist.

Nehat diyarkirin bê ev bûyer li kû qewimiye.

 

Bi heman mijarî:

Beriya tarîxa diyarkirî qediya û ji trafîkê re hat vekirin
Şerê gakûviyekî û du şêran û encama wê
Vîdeo- 'Du helîkopterên amerîkî ketine pey UFOyekê'
Ji Pûtîn tevgerek mînak: Nehişt Xaziyê rûs ji wî dûr bixin
Mamosteyek derdikeve ser maseyê, pê li milê xwendekarî dike
Etîketan:
xort, tirimbêl, TIR
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirvîdeo