06:59 26 Gulan 2018
Video klûb

Li Lazkiyeyê bo dostaniyê darên zeytnûnên ku ji Rûsyayê anîn çandin

Video klûb
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Deryaya Spî Lazkiyeya Sûriyeyê şandeya ku ji Forûma 4em a Aboriya Navneteweyî ya Yaltayê vegeriyan, 50 şitlên darên zeytûnan bo sembola dostaniya herdu gelan çikilandin.

Sekreterê serokê bajarê Lazkiyeyê ya Partiya Baasê Muhammed Şreytah, di dema çandina şitlên darên zeytûnan de ji sputnikê re axivî: "Di navbera gelên me de dostaniya rasteqîn hat avakirin. Ev dostanî di hevkariya têkoşîna li dijî terorê de xurttir dibe. Leşkerên me bi hevre bo axa Sûriyeyê xûna xwe dirijînin. Rûsya ji xeynî piştgiriya şer, bo sûriyeyiyên sîvîl jî alîkariyê dide. Navenda Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê li hemû hereman alîkariya mirovahî dike."

Cîgirê Şaredarê bajarê Yaltayê Mihail Antoşkin di merasîma çandina şitlên zeytûnan de got: ":Pevguherîna darên zeytûnan ya di navbera bajarê Yalta û Lazkiyeyê de, nîşaneya dostaniya herdu gelan e. Rûsya herdem li ba Sûriyeyê ye û li dijî her cûre êrîşan dê Sûriyeyê biparêze."

Bi heman mijarî:

Rûsya: Li Lazkiye firokeya me nehate xistin
Sûriye: Berbirsiyarên teqînên Lazkiye û Tartûsê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetar e
Etîketan:
sûriye, darên zeytûnan, şitil, zeytûn, Mihail Antoşkin, Muhammed Şreytah, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirvîdeo