18:10 21 Gulan 2018
    Video klûb

    Gelê Êzidî û pîrozbahiyên Çarşema Sor

    Lînkê kurt
    0 0 0
    © Sputnik .

    Çarşema Sor, cejna Êzîdiyan a destpêka sala nû ye, destpêka jiyananeke nû ye. Li gorî çanda Êzidiyan roja destpêka afirandina dinyayê ye. Ji ber wê yekê Çarşema Sor ji bo Êzidiyan destpêka jiyanê tê qebûlkirin. Dîroka destpêka pîrozkirina vê cejnê nayê zanîn ji ber ku, gelek kevin e. Êzidî di herçar demsalê de serdana Laleşê dikin û heca xwe dikin.

    Berpirsê Perestgeha Laleşê Babê Çawîş bi munasebeta Çarşema Sor ji Sputnik Kurdistanê axivî û got: "Êzidî milletekê belangaz e ji ber hindê em daxwazê ji her hikûmet û hêzê dikin ku alîkarê gelê êzidî bikin.

    Babê Çawîş: Laleş cihekî pîroz e ku kaniya zim zimê lê ye û tevahiya meqberên mirovên qenc û baş di xwe de dihewîne. Ji bo sedemên sereke ev der ji bo gelê Êzidî cihekî pîroz e. Gel tê li vir îbadeta xwe û duayên xwe dike. Van dua û îbadetan dikin da ku Xweda gunehên wan bibexşîne û canê wan pak bike

     

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirvîdeo