17:28 25 Gulan 2018
Video klûb

Marek li ber çavê temaşekeran xwediyê xwe difetisîne

Video klûb
Lînkê kurt
0 0 0

Vîdeoyek li ser medyaya civakî belav bû ku tê de marekî zexm û qerase li ber çavê temaşeker û xelkê rahênerê xwe difetisîne.

Bûyer di 20ê Adarê de li Hinidstanê qewimiye ku rahênerê marî li pêşberî çend kesan şowa xwe dikir lê piştî ku marî xwe li dora qirika wî şidand, hindik mabû rahêner bimire.
Temaşekeran jî bi telefonan ew rahêner û danûstendina wî bi marî re tomar dikir û wiha difikirîn ku ew beşek ji şowê ye.

Paşê çend kes fêm dikin ku ev ne şow e lê mar wî difetisîne, wan jî bi lezgînî ew ji marî rizgar kir.

Li gorî rojnameya Daily Mail a brîtanî, ew rahêner bi lezgînî bo nexweşxaneyê hat şandin û hîn agahî derbarê tenduristiya wî de nehatine bidestxistin.

Bi heman mijarî:

Mişkê ku wek mirovan xwe bi av û sabûnê dişo
Di înternetê de her tişt tê şopandin heta tevgerên mişkê we
Lîseyiyê rûs mişkê lingan çêkir
Etîketan:
fetisandina marekî, xeniqandin, fetisandin, rahêner, mar, Hindistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirvîdeo