05:30 22 Nîsan 2018
    Video klûb

    Li Dubaî ahenga lazerê rekora Guinnessê şikand

    Video klûb
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yek ji wan cihên ku sersal bi coş hat pîrozkirin jî Dubaî bû. Ahenga ku bi lazerê hat pêşandan ji aliye gelek kesan ve hat temaşekirin û aheng bi mezinahiya xwe rekora Guinnessê şikand.

    Di çerçoveya pîrozkirina sersalê de bi navê Light Up 2018 ahenga lazerê hat kirin. Ev ahenga di şûna ahenga beriyê de ya li mezintirîn avahiya Burj Khalifa hat kirin.

    Ahenga ku li avahiya Burj Khalifa hatibû amadekirin, bi ketina sersalê re dest pê kir. Ahenga ku 7 deqe dewam kir, ji aliyê gelek kesan ve hat temaşekirin. Şewqên lazerê bi dengê muzîkê re hereket kirin. Gelek sembolên netewehî bi lazerê hatin çêkirin. Di dawiya ahenga lazerê de şeklê bazek baskfireh xuya kir.

    Ev ahenga bi awayê “ahenga mezintirîn û berbelavtirîn” ket lîsteya rekorên  Guinnessê

    Etîketan:
    dubai
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirvîdeo