13:42 18 Kanûn 2017
Zindî
    Video klûb

    Keştiya qeşaşikên ya nûkleerî ya ewil a cîhanê berî bi 60 salî daket avê

    Video klûb
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Keştiya qeşaşikên ya efsanewî ya Yekîtiya Sovyetan Lenîn, tam berî bi 60 salî ji bo avê çemê Nevayê hate daxistin. Qeşaşikêna Lenîn ku di sala 1959an de derketibû sefera xwe ya ewil, wekî keştiya cîhanê ya ewil ku bi enerjya nûkleerî dixebite ya ser avê tê zanîn.

    Qeşaşikêna ku motorên wê di hêza hespî de bi 44 hezar bergîran e, qeşayên bi qasî du meter û nîvan qalin dişikandin û ji xwe re rê vedikir. Piştî ku kete meriyetê Qeşaşikêna Lenîn di nava 6 salan de, li Bahra Qeşayê ya Bakur sefer pêkanîn û bi tevahî ji 82 hezar mîlan zêdetir rê çû. Ji 400 zêdetir keştî bi awayekî serkeftî di rêya Qeşayî ya Bakur re derbas kirin. Di sala 2009an de ku pîrozbahiyên salvegera 50. Yên bikaranîna çavkaniyên xwezayî yên Arktîkayê dihatin kirin, di Qeşaşikên a Lenîn de ku di sala 1989an de ji wezîfê hatibû kêşan muzexaneyek hat vekirin.

    Bi heman mijarî:

    Hilbijartinên Komînan ên Rojava bi dîmen û vîdyoyan
    Dîmen û wêneyên Şahbanûya Amerîkayê ya 2018an
    HPGê dîmen belav kirin: 11 leşker hatin kuştin
    Çend dîmen ji Heleba wêrankirî
    Etîketan:
    çavkanî, keştî, qeşaşikên, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirvîdeo