20:43 12 Kanûn 2017
Zindî
    Video klûb

    Hamaney ji bo dayikeke Azerî got: Zarokên xwe hînê Tirkî bikin

    Video klûb
    Lînkê kurt
    0 12

    Di medyaya civakî de dîmenên axaftina Serokê dînî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney ya ligel zarokekî belav bû.

    Di wan dîmenan de tê dîtin ku ew zarok kaxezekê dide Ayetûllah Alî Hamaney. Alî Hamaney piştî li kaxezê dinêre bi Farisî çend pirsan ji wî zarokî dipirse. Paşê jî bi Azerî jê re dibêje, "Maşeallah. Tu Tirk î an Faris î?"

    Li ser vê pirse dayika wî zarokî ji Hamaney re dibêje ew Tirk e lê bi Tirkî nikare bipeyive. Ayetûllah Hamaneyê ku bi eslê xwe Azerî ye dibêje, "Ew li dibistan û kuçeyê bi Farisî hîn dibe. Hûn jî li malê zimanê Tirkî hînê wî bikin, bila herdu zimanan bizanibe."

     

    Etîketan:
    Serokê dînî yê Îranê, Ayetûllah Alî Hamaney
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirvîdeo