05:28 21 Hezîran 2018
Video klûb

Li Rûsyayê trenek û otobûsek li hev qelibîn: 19 mirî

Video klûb
Lînkê kurt
0 0 0

Li îstasyona Pokrovê ya li herêma Vladîmîrê ya Rûsyayê, trenek li otobûsekê qelibî. Hat ragihandin ku 19 kesan di, bûyerê de jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Kazaxistanê Anuar Jaynakovî li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku du ajokarên kazax tê de bûn û yekî ji wan jiyana xwe ji dest daye.

Jaynakov wiha got, "li gorî daneyên dawî yên gihiştine destê me. 55 welatiyên ozbek û duduyên kazax di otobûsê de bûn.

Çavkaniyeke ji Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê ji Spûtnîkê re ragihand ku yek ji miriyan jî zarok e.

Çavkaniyeke ji daîreya Moskowê ya Komîteya Lêpirsînan a Rûsyayê gotibû, "17 kes miribûn. Lê piştî wê çavkaniyeke dî got," li gorî daneyên 19 kes mirine. Rêwiyên birîndar ku zarok jî di nav wan de hene bo nexweşxaneyan hatine rakirin.

​Herwiha hat ragihandin ku rewşa 4 kesên birîndar ên li nexweşxaneyê giran e.

Ji aliyê din ve, rayedaran destnîşan kiriye ku sedema qeze çêbûye ew e ku li gel ku roniya sor vêketî bû jî, otobûsê hewl daye di ser rêya trênê re derbas bibe.

Bi heman mijarî:

Pentagon dê alîkariyên xwe ji bo Peşmergeyan dewam bike
Esad: Em li dijî hemû hewldanên perçekirina Iraqê ne
Neteweyên Yekbûyî rêxistina Haşdî Şabî xiste lîsteyê
Bagera Cizîrê bi tundî didome: Fermandar jî di nav de 17 kuştî
Berdevkê Pêşmerge bi tundî bersiva serokwezîr da
Etîketan:
qeza, tren, Moskow, Kazaxistan, Vladîmîr, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

Zêdetirvîdeo