08:01 24 Tebax 2017
Zindî
    Video klûb

    Rûsyayê Progress 66ê ji bo Îstasyona Fezayî ya Navneteweyî pekand

    Video klûb
    Lînkê kurt
    0 1341

    Keştiya fezayî Progress 66ê ku kargoya îkmalê ji bo Îstasyona Fezayî ya Navneteweyî yê Rûsyayê (UUI) bibe ji Baregeha Fezayî ya Baykonûr yê Kazakîstanê bi saeta herîmî 11:58an de hat pekandin.

    Li gorî agahiyên ku ji NASAyê hatin wergirtin keştiya fezayî ku amûr û nêzî 3 ton xurek ji bo UUIyê dibe, tê payîn li gorî saeta Hewlerê 05:34an roja înê dê xwe bi guwerteya Pirsê ya îstasyonê ve bideyne.

    Hate ragihandin ku Progress 66ê piştî ku peywira xwe bicih anî, beriya vegere dinyayê dê 6 meh li îstasyonê bimîne.

    Dema gihandina îstasyonê ya keştiya fezayî, dê ji aliyê Daîreya Hewayî û Fezayî ya Amerîkayê (NASA) ve zindî bê weşandin.

    Modela berê yê keştiya fezayî Progress 65ê di 1ê Berfenbara 2016an de ji bo UUIyê alîkarî bibe demek şûnde piştî pekandinê ji rêgeha xwe derketibû û winda bibû.

    GIHAŞTINA SPACEX DRAGON HAT PAŞXISTIN

    Ji aliyê din ve NASA ragihand ku gihandina keştiya 'Dragon' yê aydî SpaceX (hilberînê keştiya fezayî û navgînên fezayî ya Amerîkayê) bo UUIyê hatiye paşxistin.

    Dihat plankirin ku keştiya fezayî ‘Dragon' bi saeta Hewlêrê 10:25an de bigihîşta UUIyê, lê ji ber sedemên teknîkî hat paşxistin.

    Hate eşkerekirin ku keştî dê siba hewldanek nû bike ku xwe bi UUIyê ve deyne û ev dem dê ji aliyê NASA TVyê ve zindî bê weşandin.

    Bi heman mijarî:

    Keça ûkraynî ku sûreyên ji Qur'anê dixwîne gelek hat ecibandin
    Li Meksîkayê bi hezaran kes Trump protesto kirin
    Pûtîn soza alîkariyê da Volkswagenê
    Li Amazonê bermahiyên antîk ku dişibin ‘Stonehenge' hatin dîtin
    Guhertina 100 salan ya jinên filistînî û îsraîliyan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirvîdeo