21:29 24 Mijdar 2017
Zindî
    Video klûb

    Li Meksîkayê bi hezaran kes Trump protesto kirin

    Video klûb
    Lînkê kurt
    0 2062

    Li Meksîkayê roja yekşemê xwepêşanderan li kolanên 20 bajêran, Serokê Amerîkayê Donald Trump protesto kirin.

    Bi deh hezaran kes roja yekşemê li Meksîkayê, li hemberî planên avakirina dîwarên li ser sînorê her du welatan û politikaya penaberan a Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump meşîyan.

    Meksîkî daketin kolanên 20 bajarên cuda ku paytext Mexico City jî di nav de, pankartên wek "Trump Amerîkayê biçûk dike, "Di navbera netewan de ne dîwar pir", "Trump ji Meksîkayê re rêzê bigir" bilind kirin.

    Nêzî 20 hezar kesî beşdarî xwepêşandana li Mexico Cityê bûn, xwepêşanderan şewqêyên kevneşopî yê welêt û alaya Meksîkayê bilind kirin û di protestoyê de jî agir bi kûklaya Donald Trump xistin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn soza alîkariyê da Volkswagenê
    Li Amazonê bermahiyên antîk ku dişibin ‘Stonehenge' hatin dîtin
    Guhertina 100 salan ya jinên filistînî û îsraîliyan
    Dîmenên bombardûmana balafirên şer yên çeperê DAIŞê
    Dîmenên keştiya balafir ên şer Amîral Kûznetsovê hat parvekirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de

    Zêdetirvîdeo