19:40 24 Hezîran 2018

Mijar

Sûriye

Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê dê çareseriyê bîne?

Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku piştî têkoşîna li dijî DAIŞê ber bi dawî ve hat, ji aliyê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ve biryara wê hatibû dayîn, di 29-30ê Berfanbarê de li bajarê Soçiyê hat lidarxistin. Kongreya ku ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê hat lidarxistin, bêtirî 1000 delegeyên sûrî anîn ba hev ku 94.5% ji wan ereb bûn û yên mayî, kurd, êzîdî, suryanî, ermenî, çerkez, çeçen, daxistanî, ebxazî, tirkmen û durzî bûn. Di encamnameya kongreya ku armanca vejandina gotubêjên Cenevê dihewîne de, bang hat kirin ku rêz li yekîtiya axa Sûriyeyê bê girtin û hat teqezkirin ku hikûmeta Sûriyeyê, divê tenê ji aliyê gelê Sûriyeyê ve were diyarkirin. Di kongreyê de li ser hêmanên bingehîn ên rizgaririya Sûriyeyê lihevkirin çêbû û lihevkirin çêbû ku hilbijartin li welatî êbibin. Herwiha lihevkirin çêbû ku Komisyona Destûra Bingehîn a Sûriyeyê çêbibe. Endamên Komisyona ku dê were damezirandin dê li Cenevê werin diyarkirin. Li ser pirsyara bê gelo operasyona li dijî Efrînê, bandor li kongreyê kiriye yan na, Nûnerê Taybet ê NYyê ji bo Sûriyeyê Staffan de Misturayî got, "Garantorên pêvajoya Astanayê Rûsya, Îran û Tirkiye soz daye ku ev hereket bandorê li Soçiyê neke. Ti kêşeyeke potansiyel dê bandorê li Soçiyê neke." Rojên li pêş me dê diyar bikin bê encamên Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê dê çawa têkevin meriyetê.