11:52 27 Nîsan 2018

    Mijar

    Rojhilata Navîn

    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin?

    Artêşa Tirkiyeyê di 20ê Rêbendanê de operasyon li dijî kantona Efrînê ya Rojava dabû destpêkirin ku di roja 58an de û piştî pevçûnên giran di navbera YPG û Artêşa Tirkiyeyê û komê Artêşa Azad a Sûriyeyê de bajarê Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat kontrolkirin. Birêveberiya Kantona Efrînê piştî wê daxuyaniyek da û ragihandi ku qonaxeke nû di şerî de dest pê dike û sivîl ji Efrînê derxistine da ku "karesateke mirovî çênebe." Rayedarên Tirkiyeyê her radigihand ku piştî Efrînê, dê berê xwe bidin Minbicê, nexasim ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî jî ragihandibû ku qonaxa bê ya operasyonê dê Minbic be û gotibû "Amerîka Minbicê vala bike, ev kar dê gelekî hêsantir bibe". Derbarê vê mijarê de jî rayedarên amerîkî jî her ragihandibûn ku dê ji Minbicê venekişin. Berdevkê Pentagonê Rob Manning di civîna rojnamevanî de gotibû, "Em bang li hemû aliyan dikin bala xwe bidin ser têkoşîna dijî DAIŞê. Li Efrînê leşkerên me nînin, lê em li Minbicê ne û venakişin." Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê berê Rex Tillersonî serdana Tirkiyeyê kiribû û li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û hevkarê xwe yê tirk Mevlut Çavuşoglu re civiyabû û piştî wê herduyan bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibû ku "herdu dewlet di warê tifaqa demdirêj de piştrast dikin ku mijarên girîng ên di peywendiyên dualî de wê werin çareserkirin. Herdu alî ji bo vê armancê li hev kirine ku mekanîzmayeke encamgirtinê ava bikin.Ev mekanizma herî dereng heta dawiya meha Adarê dê têkeve meriyetê." Çavuşoglu li ser hevdîtinên Tirkiye û Amerîkayê yê derheqê Minbicê de gotİbû, "Dema YPGê ji Minbicê vekişe dê leşkerên amerîkî û tirkî ewlehiyê saz bikin." Lê piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî, Tillerson ji kar bi dûr xist, nîqaş derketin. Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert li ser van daxuyaniyên Çavuşogluyî wiha gotibû: "Nêzîkatiya me tam jî ne wisa ye. Em bi hikûmeta tirk re gelek hevdîtinan dikin. Em hîn jî li ser dixebitin ku bi Tirkiyeyê re li hev bikin." Îca niha pirsyar ew e bê gelo Tirkiye û Amerîka dê li ser Minbicê li hev bikin an jî dê Tirkiye operasyonekê li dijî Minbicê bide destpêkirin û eger tiştekî wiha çêbibe, helwesta Amerîkayê dê çi be?