14:54 27 Gulan 2018

Mijar

Sûriye

Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê

Tirkiyeyê di 20 Rêbendanê de li dijî herêma Efrînê operasyoneke leşkerî da destpêkirin. Serokkomarê Tirkiyeyê di heman rojê de ragihand ku operasyonê bi awayekî fîîlî dest pê kiriye û piştî wê Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim jî ragihand ku operasyonê bi fermî dest pê kiriye. Piştî ku Amerîkayê ragihand ku dê hêzeke 30-hezar kesî bi navê "Hêzên Ewlehiya Sînorên" di bin fermandariya HSDê dadimezirîne, Tirkiyeyê ev hêz wek sedem nîşan da û dest bi operasyonê kir. Rûsyayê derbarê vê operasyonê de du daxuyaniyên giring dan: Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, "Kiryarên Amerîkayê Tirkiye dîn kir û Wezareta Parastinê ya Rusyayê jî wiha got: "Sewqiyata çekan a bêkontrol û provokasyon bûne sedeam qeyrana li Efrînê." Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek da û tê de got : "Operasyona Efrînê sûdê nagihîne istiqrara Sûriye û herêmê û berjewendiyên Tirkiyeyê bi pêş de naxin." Amerîka û NATOyê ragihand ku "mafê Tirkiyeyê yê parastina ewlekariya xwe heye, lê divê dem û berf,rehiya operasyonê sînordar be." Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esadî jî got ku "erîşkariya Tirkiyeyê ya zalim li ser Efrînê ji siyaseta li ser piştgiriya terorê nayê veqetandin." Îranê bangî Tirkiyeyê kir ku dawiyê li operasyonê bîne. Herwiha Fransayê bangî Encûmena Ewlekariya NYyê kir da ku ji bo Efrînê bicin.