20:55 12 Kanûn 2017
Zindî

    Mijar

    Rojhilata Navîn

    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, 15ê Adarê ferman da ku beşê bingehîn ê hêzên Rûsyayê yên ku li ser daxwaza Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad di Îlona 2915an de ji bo şerê li dijî terorê çûbûn Sûriyeyê, ji wê derê vekişin. Piştî vê nêzîkî 1000 personelên leşkerî li baregeha Hmeymimê û Tertûsê man û bi peywira çavdêrkirin û parastina agirbesta di 27ê Sibatê de hatibû ragihandin rabûn. Moşekên S-400 ji bo parastina leşkerên rûs li wê derê man. Vekişîna leşkerên rûs ên ku piraniya peywira xwe pêk anî, ji Sûriyeyê di serî de wek tiştekî di perjwendiya Sûriyeyê de hat şirovekirin. Lê Wezareta Derve ya Rûsyayê çend caran dubare kir ku ev biryar ji bo parastina yekîtiya axa Sûriyeyê ye lê ne ji bo "kêfa hinekan were" hatiye dayîn. Ji aliyê din ve, Operasyona Rûsyayê li Sûriyeyê ya ku ji tevahiya cîhanê re wek dersekê bû, hişt Sûriye vegere poziysoyona xwe ya xurt li Rojhilata Navîn û hişt şirove bên kirin ku Putin careke din di demeke balkêş de, Amerîka xist rewşeke dijwar de. Agribesta li Sûriyeyê, li gel çend binpêkirinan jî, hîn di bin serpiriştiya navenda çavdêriyê de berdewam dike.