23:25 16 Kanûn 2017
Zindî

    Mijar

    Kurdistan

    Referandûma serxwebûna Kurdistanê

    Polîtbûroyên PDK û YNKê di 2ê Nîsana 2017an de civiyabûn. Herdû aliyan derbarê dem û mekanîzmaya referandûmê de biryar dabûn û derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê de jî wiha gotibû; "Mafê kurdan ê bilindkirina alayê heye."

    Herdû aliyan di daxuyaniya xwe de wiha ragihandibû; “Bi baweriya me hikûmeta Iraqê çendîn sal e xwe ji cîbicîkirina pêwîstiyên madeya 140 a Destûra Iraqê vedidize. Lewma, çawa mafê hikûmeta Iraqê heye alaya Iraqê li Kerkûkê bilind bike, bi heman awayî mafê Kurdistanê jî heye Ala Kurdistanê bilind bike.”

    Piştî wê gelek heyeteke hevbeş a YNK û PDKê serdana Bexdayê kir ku li wê derê gotûbêj bi hikûmeta navendî re li ser van mijaran kirin.

    Hêjayî gotinê ye ku him hikûmeta navendî ya Bexdayê û him jî dewletên cîran wek Iraq û Îranê jî li dijî vê biryarê derketin.