19:04 23 Hezîran 2018
Meral Akşener

Akşener: Bi raya min dê HDPê bendê derbas bike

© REUTERS / Murad Sezer
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (188)
0 11

Namzeda Serokomariyê ya IYI Partiyê Meral Akşener di bernameyeke televîzyona taybet de got dê HDPê bendê derbas bike, "Bi raya min HDP dê di hilbijartinan de bendê derbas bike. Ji ber ku HDPê di nava ti tifaqan de cih negirtiye dê dengên xwe konsolîde bike û bendê derbas bike."

Ji axaftina Meral Akşenerê çend xalên sereke wiha ne:

  • Bi raya min HDP dê di hilbijartinan de bendê derbas bike. Min 2015an jî gotibû dê derbas bike û derbas kir jî. Ji ber ku HDPê di nava ti tifaqan de cih negirtiye, dê dengên xwe konsolîde bike û bendê derbas bike.
  • Li ser pirseke derbarê Selahattin Demirtaş de Akşenerê got. Ev camêr bûye endamê serokomariyê. Min got ger di dema kampanyaya hilbijartinê girtî be, em dê ji dinyayê re çi bibêjin? Hema bêje min kirin PKKyî. Helbûkî ez bi tenê li ser prensîban axivîm. L i ser vê yekê AKPyiyan min kire PKKyî, hinekan ji wan min kire FETOyî. Pervin Buldanê min kire berpirsê kesên kujerên wan nediyar."
  • Dibêjin hilbijêren kurd dengên xwe nadin Meral Akşenerê. Min 8 mehan wezirtiya karên navxweyî kir. Di dema Erbaka de min wezîrtî kir. We qet bihistiye ku Erbakan têkoşîneke hiqûqî ya li dijî destûrê kiriye. Pervin Buldan a ku min rexne dike ji bo ez zêde adil im spasiya min kiriye. Dema ku hevjînê wê rehmet kir kî wezirê karên navxweyî bû? Ew kes niha di kabîneya Erdogan de ye.

'EZ TIRK IM, PIRGIRÊKÊN MIN JÎ HENE'

  • Em niha li ser tûra yekem diaxivin. Gelo di tûra duyemîn de dê hilbijêrên kurd dengên xwe bidin Erdogan? Bersiva vê pirsê herkes dê di tûra duyemîn de bibîne. Ez vê pirsê weke pirsgirêka kurdî terîf nakim. Dema hûn bibêjin pirsa kurdî, pirsa elewiyan hûn  dibêjin ku ev yekpareyî pirs e. Çareserî siyasî ye. Li vî welatî ger edalet tine be, dad tine be, ez tirk im pirgsgirêkên min jî hene. Yanî mijar ne etnîkî ye. Hûn dê edaletê bisepînin, modeleke aborî bînin. Wiha dê bi reqîbên rojavayî re rikaberî û milmilane dê were kirin.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (188)

Bi heman mijarî:

Li Sirûcê di navbera AKPyî û esnafan de şer: 4 kes mirin û 9 jî birîndar bûn
Ji bo ku Demirtaş tev li mîtîngan bibe serlêdan hat kirin
Bi dehan aktîvîst û parêzerên kurd daxwaza efûyê ji Xemaney kirin
Amerîkayê tetbîqatên bi Koreya Başûr re rawestandin
Malbatên leşker û polîsên di destê PKKê de bang li namzetên serokomariyê kirin
Etîketan:
Pirsa kurdî, PArtiya IYI, Meral Akşener, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de