05:07 20 Hezîran 2018
Cihê bûyerê - Polês - polîs

Li Sirûcê di navbera AKPyî û esnafan de şer: 4 kes mirin û 9 jî birîndar bûn

© REUTERS / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (174)
0 03

Hat ragihandin ku li navçeya Sirûcê ya Rihayê di şerê hilbijartinê yê di navbera AKPyî û esnafan de şer derketiye û di encam wî şerî de 4 kes mirine û 9 kes jî birîndar bûn. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de birayekî parlementerê AKPê û hilbijêrên HDPê jî hene.

Li navçeya Sirûca ya bajarê Rihayê dema endamên Partiya Dadwerî û Geşedanê (AKP) xwestin serdana esnafan bikin û esnafan bertek nîşanî wan da, alozî derket. Di encama şerî de 6 kes birîndar bûn.

Li Sirûcê di dema parlementerê AKPê Ibrahim Halil Yildiz serdana esnafan dikir, di navbera wî û esnafî de nîqaş derket. Nîqaş di demeke kurt veguherî şerê dar û kêr û çekan.

Li gorî nûçeya Artigerçekê Yildiz û kesên ligel wî çûne dikane malbata Şenyaşaran. Di vê navberê de Celal Şenyaşar bertek nîşanî Yildiz û yên ligel wî da. Şenyaşar ji Yildiz û yên ligel wî re got ku di roja erefeya cejnê de xebatên hilbijartinêyên ji esnafan re dibin astengî û di navbera Şenyaşar û AKPyiyan de nîqaş derket. Piştî nîqaşê Şenyaşar got, "Em dengên xwe nadin we." Û tê gotin ku nîqaş mezin bûye û kesên ligel Yildiz gule reşandine dikana Şenyaşarî. Hat diyarkirin ku di wê gulereşanê de Şenyaşar jiyana xwe ji dest dayê.

Piştî bûyerê esnafan bi dar û texteyan mudaxeleyî Yildiz û yên ligel wî kir. Piştî ku şer gur bû yên ligel Yildizê AKPyî bi çekên giran dikan dane ber guleyan. Di encama gulebaranê de 9 kes birîndar bûn.

Bavê Celal Şenyaşar, Esved Şenyarê ku li Bûroya Hilbijartina HDPê bû li ser bûyerê çû nexweşxaneyê. Hat hîn bûn ku bavê Şenyaşar li nexweşxaneyê ji aliyê nasên Yildiz ve hat lêdan û jiyana xwe ji dest da. Nas û xizmên Yildiz xwestin birîndarên din ên li nexweşxaneyê jî lînc bikin. Li ser vê yekê polîs û leşkerên gule berdan hewayê û girse belav kir. Tê gotin ku hêzên ewlehiyê l idijî êrişkaran gaza îsotê jî bi kar anî.

Birîndar li nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê têne dermankirin û herwiha du kesên ku rewşa wan girane jî bo nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê hatin sewqkirin.

Ji aliyê din ve Walîtiya Rihayê jî bi daxuyaniyekê piştrast kir ku di bûyerên li Sirûcê de 3 kes mirine û 9 kes jî birîndar bûne.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (174)

Bi heman mijarî:

Agahiyan nû li ser tohmetbarê teqîna Sirûcê
Ji bo ku Demirtaş tev li mîtîngan bibe serlêdan hat kirin
Bi dehan aktîvîst û parêzerên kurd daxwaza efûyê ji Xemaney kirin
Etîketan:
Hilbijaetin, Jiyan, Sirûc, Riha
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de