11:16 25 Hezîran 2018
selahattin demirtaş

Ji bo ku Demirtaş tev li mîtîngan bibe serlêdan hat kirin

© AP Photo /
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (194)
0 20

Namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş bi rêya parêzerên xwe ji bo ku tev li mîtîngên çar bajaran bibe serlêdan kir. YSKê serlêdana wî qebûl kir.

Li gorî daxuyanî HDPê Ji bo ku namzedê HDPê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş tev li mîtîngên Stenbol, Dîlok, Izmîr û Mêrdînê bibe serlêdan hatiye kirin û ev serlêdan ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ve hatiye erêkirin. Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin ku ji bo pêkanîn tevlibûna Demirtaşî bo mîtîngan serî li Wezareta Dadê jî hatiye xistin.

Parêzera Demirtaş Gunizi Satar têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku wan serî li Midûriyeta Girtîgehan a Wezareta Dadê jî hatiye dan, "Me serî li wezaretê da ku Selahattin Demirtaş şexsen tev li mîtîngên Stenbol, Dîlok, Izmîr û Mêrdînê bibe kir, ger biryara beşdarîbûnê derneyê beşdarbûna wî ya bi rêya SEGBISê were dabînkirin."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (194)

Bi heman mijarî:

Demirtaş bo Erdogan: Vê carê ez tev li te dibim
Başak Demirtaş behsa naveroka axaftina TRTê ya Demirtaş kir
Dadgeha Bilind a Tirkiyê jî daxwaza berdana Demirtaş red kir
Bernameya Stenbolê ya HDPê diyar bû: Demirtaş jî tev li mîtîngê dibe!
Etîketan:
Mîting, Serlêdan, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de