09:09 18 Hezîran 2018
ÎHD

Malbatên leşker û polîsên di destê PKKê de bang li namzetên serokomariyê kirin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 10

Malbatên leşker û polîsên ku di dîrokê cuda de ji aliyê PKKê ve hatin ragirtin Jİ Ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivîn bang li dewleta tirk, partiyên siyasî û PKKê kirin. Malbatan xwest ku operasyonên leşkerî werin rawestandin û zarokên wan jî werin serbest berdan.

Malbatên leşker û polîsên ku di dîrokê cuda de ji aliyê PKKê ve hatin ragirtin berîya Cejna Remezanê li Amedê civîyan û daxwaza serbest berdana zarokên xwe kirin. Malbatên ku ji bajarên weke Balikesir, Dîlok, Mêrdin, Meleti û Sêrtê hatin li avahîya İHDê civîyan. Hevserokê Giştî yê İHDê Ozturk Turkdogan di civinê de axivî û got "Di sala 2015an vir ve gelek leşker, polês û pewyirdarên îstixbaratê ji aliyê PKKê ve hatine ragirtin. Di 7ê Heziranê de di ANFê de hevpeyvîna 9 kesan weke dîmen û nuçe derket. Di hevpeyvinê de hemu dibêjin ku dewlet û hikumet ji bo wan tiştekî nake û partiyên siyasî rewşa wan naxe rojevê û banga kirin."

Roboskî
© Sputnik / © AP Photo/ Burhan Özbilici
‘EM BANG LI HIKUMETÊ Û NAMZETÊN SEROKOMARIYÊ DIKIN'

Turkdogan wiha berdewam kir "3 sale polês û leşkerên hatine ragirtin hêj ne hatine berdan. Sedema wê jî şer û pevçunin. Ji bo çareserîya pirsgirêka kurd divê şer were rawesrandin. Tirkiye li Surî û Iraqê tevgera xwe ya leşkerî zêde dike. Ev li gorî hiquqa navnetewî ne rewa ye. Divê ev operasyon werin rawestandin û leşkerên li wir vegerin Tirkiyê. Em bang li hikumetê, partiyên siyasî û namzetên Serokkomariyê dikin, guh bidin dengê malbatên leşker û polisan. Ew, welatiyên vî welatî û peywirdarên ewlehiyê ne. Ji bo wan bikevin nava hewldanê û wan tune ne hesibînin. Em bang li serokên partiyên siyasî dikin, hun ê leşker û polisên ku hatine ragirtin bixin rojeva xwe? Hun ê çi çax behsa wan bikin? Em weke İHDê herdem amade ne ku wan leşker û polisan vergirin."

‘BILA KURÊ MIN SERBEST BERDIN'

Malbatên leşker û polisan jî ji Ajansa Spûtnîk Kurdistan re axivîn û dxwazên xwe anîn ziman. Dayika polisê bi navê Vedat Kaya, Emine Kaya wiha got "Kurê mi li Stenbolê dixebitî. Dema ew buka mi di hatin serdanê li Licê ji ba hevsera wî ew ragirtin. Çend roj berê videoya hemuya derket lê kurê mi ne din av wan debu. Çi sucê me heye? Ji me çi dixwazin? Tenê dixwazim bila kurê me serbest berdin."

‘EM AŞTÎ DIXWAZIN'

Dayika leşkêrê bi navê Suleyman Sungur, Şirin Sungur jî ev tişt gotin "Ez ji CHPê, MHPê, AKP û ji hemuyan rica dikim bila kurê mi berdin û vegere mala xwe. Ev 3 sale em tu agahî ji wî nagirin. Kurê mi leşker bu. Em aşitî dixwazin, em na xwazin tu kes jiyana xwe ji dest bide û xwîn birjê. Bi salane em didin girî lê me tiştek bi dest nexist."

‘EZ Jî KURD IM Û HUN CEGERA ME DIŞEWITÎNIN'

Dayika leşkerê bi navê Muslum Altintaş, Songul Altintaş jî wiha axivî "Kurê mi 3 sa berê li Dersimê hat ragirtin. Ez bang li dewletê dikim, mi kurê xwe weke leşker şand. Rica dikim denge me bibihîzin û zarokên me rizgar bikin. Wan tune dihesibînin. Maem ne welatiyê vê dewletê ne? Êdi bila ev şer bi dawî bibe. Ji bo xwedê ez kurê xwe dixwazim. Sibe cejne lê ji bo me ne cejne. Bi salane em vê êşê dijîn. Ez bang li PKKê dikim, kurê mi ji mecburî leşkerî dike. Ez jî kurdim. Hun dibêjin em mafê kurda diparêzin, lê hun cîgera mi dişewitînin. Bes e 3 sal bu. Ji bo xwedê zarokê me berdin."

‘HEGER ÎNFAZ KIRIN JÎ BILA GORA WÎ HEBE'

Birayê çawişê pispor Ferdi Polat yê kul i Şirnexê ji aliyê PKKê ve hat ragirtin jî ev tişt gotin "Ji dema ku hat ragirtin heta aniha me tu agahî negirt. Sibe cejne lê ji bo me tu wateya cejnê tune ye. Heger sax be em wî bi saxî dixwazin, heger ew înfaz kiribin jî em hestiyên wî dixwazin. Sibe cejne, heger ew înfaz kiribin bila hestiyê wî bidin me û bila gora wî hebe. Ne parlamenter ne jî wezîr denge me nabihîhizin."

Bi heman mijarî:

Ji ber Heşda Şeibî 2 hezar malbatên êzdî newêrin dakevin bajêr
'202 malbatên ereb li Efrînê hatin bicihkirin'
'130 malbatên ereb li Efrînê hatin bicihkirin'
80 malbatên ereb li Mabataya Efrînê hatin bicihkirin
KRE: 5 hezar malbatên ereb li herêma Efrînê hatin bicihkirin
Etîketan:
Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de