09:08 18 Hezîran 2018
Operasyon - Çiya - Leşkerên tirk - Artêşa Tirkiyeyê

Li Colemêrgê di navbera PKK û arteşa tirk de şer derket: Kuştî û birîndar hene

© Sputnik / Osman Başqalî
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li bajarê Colemêrgê di navbera endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa tirk de şer derket. Kuştî û birîndar hene.

Îro li navçeya Çelê ya Colemêrgê li herêma Çiyayê Zengilê di navbera endamên PKKê û leşkerên artêşa Tirkiyeyê de şer û pevçûn derket. Di encama êrişê de leşkerekî tirk hat kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Herwiha Walîtiya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de ragahand ku endamên PKKê bi moşekên ajotî êrişî baregeha Çiyayê Zengil a artêşê kirin. Li gor daxuyaniya walîtiyê di encama êrişê de leşkerek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniyê leşkerên birîndar rakirina Nexweşxaneya Dewlet a Colemêrgê û piştî bûyerê bi piştgiriya navgînên hewayî li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Şerê gelek dijwar: 17 leşker û 8 milîtan hatin kuştin û gelek jî birîndar in
Wesayîta leşker û polîsan li hev qelibî: 18 birindar
Rapora Şemzînanê: Leşker bi nîyeta kuştinê tevgeriyane
Li Beydayê di nav leşker û milîsan de şerê dijwar: 13 kuştî
Li Sasonê şer: 2 leşker birîndar bûn
PKK li Colemêrgê êrîş kir: 3 leşker mirin 1 jî birîndar bû
Etîketan:
Leşkerên artêşa Tirkiyeyê, PKK, Colemêrg, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de