21:57 24 Hezîran 2018
PKK

Ocalan serokê veşartî yê PKKê eşkere kir

Sputnik
Tirkiye
Lînkê kurt
0 03

Siyasetmedarê kurd û birayê Serokê Giştî yê PKKê Abdullah Ocalan Osman Ocalan di axaftina xwe de ragihand ku serokê veşartî yê PKKê Mustafa Karasu ye.

Osman Ocalan di axaftina xwe ya K24ê de got: "Tirkiye nikare rastiya kurdan inkar bike, rewşa kurdên herêmê û cîhanê dest nadin ku rastiya kurd were veşartin. Serokomar Erdogan dibêje: ‘Me pirsa kurd çareser kiriye' Lê heya kurdan nîn e ku, pirsa kurd hatiye çareser kirin. Kurd hê nikarin bi zimanê xwe biaxivin.é

Ocalan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Kurd divê inkariya Kurdistaniyetê bi navê çep a HDP rexne bikin. Jixwe HDP 3 reng e. Çepgîr, elewî û kurd. Aliyê bibandor jî çepgîrên tirk in. Kurd di nava HDPê de kêm man e. Siyasetmedarên kurd dane aliyekî. Heta malbata me dan e aliyekî. Bi navê malbatê kesek ku biraziyê Apo ye bûye berbijêr, ew kirin e rêza 4emîn li Rihayê."

‘ÎNÎSIYATÎFA APO DI NAVA PKKÊ DE NAME YE'

Siyasetmedarê kurd Ocalan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Min li lîsta HDP temaşe kir, di wir de redkirina durdan heye. JI herkesî zêdetir ez dişopînim, em dizanin agahiya birêz Ocalan ji lîste û nêzîkahiya HDP nîn e. Piştî 1ê Hezîranê înîsiyatifa birêz Ocalan qet dinav PKK de jî nema. Ev berpirsiyariya niha tê zanîn û nasîn ê Serokê veşartî yê PKK birêz Mustafa Karasu ye. Ew hemû tiştan tayîn dike. Yê ku van lîstan jî şiklê dawî dayî ew e. Gotina Apo nameşe. Ji şûna Wî gotinên hinek din dimeşin. Ji bo vê ez dibêjim: Di van lîstan de para Apo nîn e. Agahiya xwe jî jê nîn e, dewlet jî rê nade. Yên din jî li gor dilên xwe dikin. Ji bo wê, niha ji herdemî zêdetir HDP ji hêzek kurdî derxistin e û dûrxistin e. JI cîhê ku ewqas çep tê de, bila 15-20 welatparêzên kurd hebûn a."

 

 

Bi heman mijarî:

Cendermeyan bi ser mala Ocalan de girt: Gelek kes hatin binçavkirin
Karasu: Zextên li ser Ocalan piştî Efrînê girantir bûn
‘Şandekê bi mijara Efrînê li Îmraliyê serdana Ocalan kir'
Osman Ocalan: PKKê Apo firot
CPT: Rewşa Ocalan baştir bûye
Sererkanê berê yê Tirkiyeyê naveroka radestkirina Ocalan diyar kir
Etîketan:
PKK, Osman Ocalan, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de