21:57 24 Hezîran 2018
Namzedên Serokomariyê

Gezici: Hefteya borî dengê Erdogan kêm û yên Ince jî zêde bûn

© REUTERS / Hüseyin Aldemir
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor lekolîna şirketa rapirsî ya Geziciyê, dengê Serokomar Erdogan hefteya borî ji sedî 1.6 kêm û yên Muharrem Ince jî ji sedî 2 zêde bûn.

Li gor lekolîna şirketa rapirsî ya Geziciyê, dengê Serokomar Erdogan hefteya borî ji sedî 1.6 kêm û yên Muharrem Ince jî ji sedî 2 zêde bûn. Herwiha li gor rapirsiyê, dengê namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş jî ji sedî 0.1 kêm bûne.

Şirketa lêkolîner a Geziciyê piştî hefteyekê anketeke din parve kir. Di vê anketê de jî wek a ankaeta hefteya borî dîsa Serokomar Recep Tayyip Erdogan di tura yekemîn de nayê hilbijartin û rêjeya dengê Tifaqa Komarî ku AKP û MHPê ji parlamentoyê pêk anîne her wek xwe maye. Hefteya borî li gor anketa Geziciyê rêjeya dengê Tifaqa Komarî ji sedî 48.7 bû.

Li gor anketê dengê Selahattin Demirtaş ji sedî 0.1 kêm dibe û dadikeve ji sedî 10 û yê Temel Karamollaoglu jî ji sedî 0.6 wek xwe dimîne. Yên Erdogan ji sedî 1.6 kêm dibe û dadikeve 47.1 û yên Muharrem Ince jîji sedî 2 zêde dibe derdikeve ji sedî 27.8an.

Bi heman mijarî:

Dijberiya Sûriyeyê, ENKS, PYD hilbijartina Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
8 saziyên navneteweyî dê çavdêriya hilbijartina 24ê Hezîranê bikin
Prof. Dr. Katircioglu: Hilbijartina Erdogan ji bo min surprîz e
PEyê dê çavdêr ji bo hilbijartina 24 Hezîranê neşîne
‘Di Berfenbara 2018an de dîsa hilbijartina pêşwext heye'
Amadehiyên hilbijartina Kurdistanê dest pê kirin
HUDA-PAR dê di hilbijartina serokomariyê de piştgiriya kê bike?
Etîketan:
Namzediya Serokomariyê, Ince-Erdogan-Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de