21:16 24 Hezîran 2018
Pergala parastina hewayî S-400

‘Amerîka bi behaneya rîska teknîkî naxwaze Tirkiye S-400î bistîne'

© Sputnik / Paul GYPTEAU
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Thomas Goffus di axaftina xwe de ragihand ku eger Tirkiye sîstema hewayî ya Rûsyayê S-400î bistîne ev dê rîskên teknîkî ji NATO û Amerîkayê re derxîne.

Cîgirê Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Thomas Goffus li Washîngtonê di axaftina xwe ya konferanseke Konseya Atlantîkê de ji bo sîstema pergala parastina hewayî ya S-400î ku Tirkiye ji Rûsyayê distîne got: "Di vê dewr û standinê divê me rîska ku ji teknolojiya rojavayî re tîne binirxînin. Lê bijarteya me pêşî divê Tirkiye nebe xwedî sîstema S-400î."

Thomas Guffes di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiye welatekî serbixwe ye û dixwaze sîstema parastina hewayî bi dest bixe û naxwazim di meseleya rêgirtin û astengiyan ji niha de spekulasyonan bikim."

Piştî Tirkiye biryara standina sîstema parastina hewayî ya S-400î ya Rûsyayê da, li Amerîkayê jî nîqaşa teslîmkirina balafirên F35 ku wek nesla 5emîn tê binavkirin dest pê kir.

 

 

Bi heman mijarî:

‘Tirkiye daxweza Amerîka ya betalkirina peymana S-400 bi Rûsyayê re red kir'
Sîstema moşekên S-400 ên li Sûriyê dikarin nehêlin ku şerê cîhanê yê 3yem derê
DYA wê ji Tirkiyeyê re alternatîva S-400 a rûsî pêşnîyar bike
Dîplomatê amerîkî ji bo alternatîfa S-400 a rûsî diçe Tirkiyeyê
Rûsya: Peymana di navbera me û Tirkiyê ya li ser moşekên S-400 herdu aliyan jî memnûn kir
Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'
Etîketan:
Moşekên S-400, Amerîka, Rûsya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de