21:57 24 Hezîran 2018
Îsmaîl Beşîkçî

Beşîkcî Xoce ji bo parvekirinên medya civakî lêborîn xwest

© Sputnik / Cesim İlhan
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Sosyolog Dr. Îsmaîl Beşîkcî ragihand ku li ser medya civakî ti hesabekî wî tune ye û li ser parvekirinên hin hesaban ên navê wî bikar tînin û heqaretan li hin namzedên hilbijartinan û kesayetan dikin daxuyanî da.

Beşîkcî di daxuyaniya xwe ya 13ê Hezîranê de dibêje, "Ez doh bi awayekî tesadufî pê hesiyame hîn jî hesabên bi navê Beşîkcî hatine vekirin hene. Beriya pênc meh û nîvan ji bo îfadeyên di wan hesaban de hatine bikaranîn, Dozgeriya Komarî lêpirsîn vekiribû. Ev lêpirsîn wekî tê zanîn ti encamek negirt. Piştî wê ez difikirîm ku ew hesab hatine girtin. Doh (12 Hezîran) hevalekî nîşanî min da ku hîn jî ew hesab çalak in."

Îsmaîl Beşîkcî got, "Ji ber van daxuyaniyên xerabkar û nexweş, her çiqas ti eleqeya min bi wan ve nîne jî ji Dogu Perînçek, Şule, Mehmet, Kîraz û zarokên din lêborîna xwe dixwazim."

‘PERÎNÇEK JI NÊZÎK VE NAS DIKIM'

Beşîkcî li ser heqaretên ji devê wî li ser wan hesaban li namzedê Serokomariya Tirkiyeyê Dogu Perînçek hatine kirin diyar kir ku ew gotinên pir nexweşx in û got: "Ev rewşeke mirov şaşmayî dihêle. Ez Dogu Perînçek wekî şexs pir ji nêz ve nas dikim. Dema rejîmên 12ê Adarê û 12ê Îlonê em li girtîgehan bi hev re bûn. Di salên 1990î de jî wisa. Dema 12ê Adarê em li zanîngehên cuda asîstan bûn. Nepêkan e nêrîn û fikrên wî yên niha bipejirînim. Lê rexna bi têgihên zanist û siyasetê cuda ye. Nêrînên biçûkxistin û hestên kêmxistinê cuda ne. Herwiha di van salên dawî de ti nivîsek min li ser Dogu Perînçek nenivîsandiye. Hevokeke li ser Dogu Perînçek jî nîne."

‘EV NE TERZA BEŞÎKCÎ YE'

Beşîkcî got, "Beşîkcî wan gotinên xerabkar nake, ev ne terza Beşîkcî ye. Ez şerm dikin mînakên wan gotinên nexweş jî bidim. Heke pirsgirêka kesan bi Dogu Perînçek re hebe, bila bi nasnameyên xwe yên rastîn nêrînên xwe belav bikin. Helwesteke gelekî xerab e ku wan gotinên nexweş li ser hesabên sexte bi Beşîkcî didin kirin."

IBVÊ GELEK CARAN JI BO WAN HESABAN DOZ VEKIRIYE

Dr. Beşîkcî di dawiyê de jî da zanîn ku wan li ser navê Weqfa Beşîkcî (IBV) gelek caran ji bo girtina wan hesabên sexte serî li dozgeriyan daye û niha jî bi hebûna wan hesaban şaş dimîne:
"Ji ber van daxuyaniyên xerabkar û nexweş, her çiqas ti eleqeya min bi wan ve nîne jî ji Dogu Perînçek, Şule, Mehmet, Kîraz û zarokên din lêborîna xwe dixwazim."

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu: Dê li Minbicê hêzên Amerîka û Tirkiyeyê dewriyê bikin
Vîdyoya Erdogan ku dibêje, ‘Divê HDP bendê derbas neke’ deng veda
Pêşkeşvanê navdar bo wezîrê tirk: Çima ji telefona min re SMSên propogandayê dişînî?
Ebadî: Me ji bo PKKê bi Tirkiyeyê re li hev nekiriye
Serokomarê Makedonyayê peymana navê nû îmze nekir: Nayê qebûlkirin
Etîketan:
Beşîkcî, Îsmaîl Beşîkçî, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de