21:16 24 Hezîran 2018
Bareheke amerîkî - Asaliya, Minbic

Çavuşoglu: Dê li Minbicê hêzên Amerîka û Tirkiyeyê dewriyê bikin

© AFP 2018 / Delil SOULEIMAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di bernameyeke radyoyê de li ser nêxşerêya Minbicî ya digel Amerîkayê li hev kirine got ku ew dê ligel Amerîkayê seqamgeriya Minbicê dabîn bikin.

Çavuşoglu ragihand, "Dema YPG ji Minbicê bê derxistin, dê Amerîka wan çekên dane ji wan bistîne û piştre jî em û Amerîka bi hev re seqamgeriya deverê dabîn bikin. Dê erka dewriyeyê heta hêzên nû yên ewlekariyê werin avakirin, Tirkiye û Amerîka bicih werîne."

Wezîrê tirk li ser pirsa soza Amerîkayê ya berhevkirina çekên YPG-HSDê jî diyar kir ku ji wan re hatiye gotin, ‘me jimareyên çekan standine, em ê ji wan paşve bistînin'.

Çavuşoglu herwiha da zanîn ku heger nexşerêya Minbicê bi pêbawerî û serkeftî bibe, dê ji bo başkirina têkiliyên Amerîka-Tirkiyê jî bibe gaveke girîng.

Bi heman mijarî:

Vîdyoya Erdogan ku dibêje, ‘Divê HDP bendê derbas neke’ deng veda
Damezirînerê YNKê Ebdulrezaq Feylî wefat kir
Meral Akşener pirsa kurd şîrove kir: Bêkariya ciwanan
Pêşkeşvanê navdar bo wezîrê tirk: Çima ji telefona min re SMSên propogandayê dişînî?
Ebadî: Me ji bo PKKê bi Tirkiyeyê re li hev nekiriye
Serokomarê Makedonyayê peymana navê nû îmze nekir: Nayê qebûlkirin
Etîketan:
Sûriye, Minbic, Amerîka, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de