21:57 24 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Vîdyoya Erdogan ku dibêje, ‘Divê HDP bendê derbas neke’ deng veda

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (194)
0 03

Gotinên Serokomarê Tirkiyeyê û namzedê AKPê yê serokomariyê Recep Tayyîp Erdogan ku di civîneke partiya xwe de ji bo hiştina li bin benda hilbijartinê kiribûn, di medyayê de deng veda.

Erdogan, di civîneke partiya xwe ya ‘serokên taxan' de dibêje, ‘Ez van gotinan li derve nakim.. Divê HDP bendê derbas neke. Pêwîst e teşkîlatên partiya me gelekî baş bixebitin. '

'LI SER LÎSTEYÊN HILBIJÊRAN BAŞ BIXEBITIN'

Erdogan di wê vîdyoya ku li ser medya civakî ji aliyê alîgirên AKPê ve hatiye parvekirin de ji serokên taxan dixwaze, lîsteyên hilbijêran yek bi yek bi dest bixin û kî çi kes e baş nas bikin û li ser bixebitin.

Herwiha di beşa duyemîn a berdewama wê vîdyoyê de jî Erdogan dibêje, "Divê beriya hevalên me ew neyên ser sindoqan. Divê em ji bo muşahidên sindoqan teqewiyeyê bikin. We dît ku hin kes ji yên din nehatine, serokê lijneya sindoqan her kî be, her kî pêşî were dê bixe şûna wan. Dê ew kes jî bibe endamê duyem û sêyem ê lijneya sindoqan."

'SERKEFTINA STENBOLÊ SERKEFTINA TIRKIYEYÊ YE'

Erdogan diyar dike ku heger ew destnhilatiya sindoqan bi dest bixin ew dê encamên hilbijartinê diyar bikin li Stenbolê bi ser bikevin ku serkeftina Stenbolê nîşana serkeftina tevahiya Tirkiyeyê ye.

Erdogan herwiha hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an û 1ê Mijdara 2016an bi bîr dixe û ji serokên taxan dixwaze, careke din encamên wisa xeter dubare nebin.

HDP: DIXWAZIN BI FIŞAR Û HÎLEYAN DENGÊN ME BIDIZIN

Vîdyoya Erdogan li ser medya civakî û medyayên din deng veda û alîgirên HDPê, parlamentar û navenda HDPê bertek nîşanî gotinên Erdogan dan.
HDPê li ser hesabê fermî yê twitterê got, "Serokê AKPê eşkere teşwîqî tawanê dike. Plan dikin ku bi hîle û fişarê ji bo me li bin bendê bihêlin, dengên me bidizin. Lewra heke HDP di parlamenê de tune be, dizane ku zêdetirî 400 parlamentaran bi dest dixe. Ji bo em pêşiya vê bigirin, di 24ê Hezîranê de dengek ji HDPê re yek jî ji Demirtaş re."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (194)

Bi heman mijarî:

Damezirînerê YNKê Ebdulrezaq Feylî wefat kir
Meral Akşener pirsa kurd şîrove kir: Bêkariya ciwanan
Pêşkeşvanê navdar bo wezîrê tirk: Çima ji telefona min re SMSên propogandayê dişînî?
Ebadî: Me ji bo PKKê bi Tirkiyeyê re li hev nekiriye
Serokomarê Makedonyayê peymana navê nû îmze nekir: Nayê qebûlkirin
ENKS: Berpirsê kuştina Ehmed Şêxo artêşa Tirkiyeyê ye
Etîketan:
Erdogan, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de