21:57 24 Hezîran 2018
Meral Akşener

Meral Akşener pirsa kurd şîrove kir: Bêkariya ciwanan

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (194)
0 0 0

Namzeda Serokomariyê ya IYI Partiyê Meral Akşener beşdarî NTVyê bû û bersiva pirsên Oguz Haksever da.

Akşener diyar kir ku êdî li herêmê (bajarên kurdan) hemwelatiyê ne bê alternatîv in û ji xeynî HDP û AKPê Iyi Partî jî heye.

‘DÊ BIBE SEDEMA CUDAXWAZIYA ETNÎKÎ'

Meral Akşener li ser pirsa kurd jî got, "Heger hûn bibêjin pirsa kurd, hûn dê wekî ku kurd pirsek in bixin binhişiya mirovan. Ev dê bibe sedema cudaxwaziya etnîkî. Em dê ji bo vê biryarekê bidin. Gelo hûn dixwazin li welatekî demokrasiyeke têkûz hebe li ser mafên takekesî çoyan bixwin? Heke bê gotin ku pirsên kurdan hemû di bin baskê komekê de ye, ev heqareta demokrasiyê ye. Ma çi ferqa vê û sîstema axatiya ku gilî û gazinên wê dikirin heye? Pirsa yekemîn a li Şirnexê û Edirneyê eynî ye: ‘bêkariya ciwanan'."

‘BI DAHOL Û ZIRNÊ TÊKOŞÎNA TERORÊ NABE'

Akşener herwiha li dijî polîtîkaya hikûmetê ya têkoşîna dijî terorê jî derket ku bi dahol û zirnê pêk tîne û wekî alaveke polîtîk ji xwe re bikar tîne.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (194)

Bi heman mijarî:

Pêşkeşvanê navdar bo wezîrê tirk: Çima ji telefona min re SMSên propogandayê dişînî?
Ebadî: Me ji bo PKKê bi Tirkiyeyê re li hev nekiriye
Serokomarê Makedonyayê peymana navê nû îmze nekir: Nayê qebûlkirin
Başak Demirtaş behsa naveroka axaftina TRTê ya Demirtaş kir
Lavrov: Bi aştiya li tevahiya nîvgiravê, dê pirsgirêka nukleerê çareser bibe
Dadgeha Bilind a Tirkiyê jî daxwaza berdana Demirtaş red kir
Etîketan:
Pirsa Kurd, Meral Akşener, IYI Partî, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de