06:59 22 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Dadgeha Bilind a Tirkiyê jî daxwaza berdana Demirtaş red kir

© Foto : HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 03

Hat ragihandin ku Dadgeha Bilind a Tirkiyê (AYM) daxwaza ‘berdana bi tevdîr' a namzedê Serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş red kiriye.

Demek berê 19emîn Dadgeha Cizayê Giran a Enqereyê daxwaza berdana namzedê Serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ê red kiribû. Li ser vê yekê parêzerên Demirtaşî di 29ê Gulanê de bi awayekî şexsî serî li AYMê dabûn û daxwaz kiribûn ku Demirtaş 'bi tevdîr' were berdan.

Dageha Bilind a Tirkiyê (AYM) li daxwaza ‘berdana bi tevdîr' a Demirtaş venêrî û ew daxwaz red kir.

‘EV REWŞA GIRTÎ LI BER MAFÊ BIJARTIN Û HILBIJARTINÊ BINPÊKIRINEKE GIRAN E'

Demirtaş di daxwaznameya xwe de bal kişandibû ser wê yekê ku ew ji 4ê Cotmeha 2016an ve girtî ye û ev rewşa girtî li ber mafê bijartin û hilbijartinê binpêkirineke giran e û eger ev rewşa wî ya girtî berdewam bike ev rewşa giran dê girantir bibe.

Demirtaş, "Berdewamiya vê rewşa han dê zirarê bide meşrûîyeta hilbijartina serokomariyê."

Bi heman mijarî:

Bi dengê Demirtaş strana nû ya hilbijartinê: Netirse, Xizir di dilê te de ye
Bernameya Stenbolê ya HDPê diyar bû: Demirtaş jî tev li mîtîngê dibe!
TRTê ji bo weşanê dîmenên Demirtaş girtin
Nivîskarê tirk: Girtina Demirtaş dengdêrên kurd motive dike
Etîketan:
Daxwaza berdanê, Daxwazname, Serlêdan, Hilbijartin, AYM, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiye, TIrkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de