19:08 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Gelo dibe ku namzediya Selahattin Demirtaş bê betalkirin?

© REUTERS / Umit Bektas
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan rexne li namzediya serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş girt û got: "Divê rêbazên namzediya serokomariyê hebin, bi ya min ev tiştekî xelet e, divê bê rastkirin."

Serokê Giştî yê AKPê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Trabzona Tirkiyeyê di mitînga li Parka Meydanê bangî gel kir û di axaftina xwe de rexne li namzediya Serokomariyê ya Selahattin Demirtaşê HDPê girt.

Erdogan bibîr xist ku bo Demirtaş dibêjin ne mehkûm e girtî ye û got: "Divê, rêbazên namzediya serokomariyê hebin, bi ya min ev tiştekî xelet e û divê bê rastkikirin."

Hêjayî gotinê ye ku bûyerên Erdogan kala wan dike di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de di encama êrîşa DAIŞê ya li ser Kobaniyê de pêk hatibûn. Herwiha hilbijartina 7ê Hezîranê jî di sala 2015an de pêk hatibû.

Bi heman mijarî:

Bernameya Stenbolê ya HDPê diyar bû: Demirtaş jî tev li mîtîngê dibe!
TRTê ji bo weşanê dîmenên Demirtaş girtin
Demirtaş: Ez gavekê jî paşde navêjim, ez ê canê xwe ji bo gel feda bikim
Etîketan:
namzediya serokomariyê, demirtaş, hilbijartin, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de