00:54 20 Hezîran 2018
Rawest

Li bajarên kurdan lêkolina herî dawî ya hilbijartinan, kî çiqas deng derdixe?

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 30

Beriya hilbijartina di 24ê Hezîranê de Saziya Lêkolînan a Rawest, li 13 bajarên kurdan ji hilbijêran pirsa wê dengê xwe bidin kî pirsî. Herwiha li bajarên kurdan û helwesta hilbijêrên kurd wê çawa be.

Navenda Lêkolînan a Rawest, li 13 bajarên kurdan têkildarî hilbijartinên 24ê Hezîranê lêkolînek kir. Lêkolin li Amed, Agirî, Êlih, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Riha, Çewlik, Colemerg, Bêdlis û Wanê hat meşandin û ji Hezar û 537 kesa mijara hilbijartinê hat pirskirin. Li gorî raporê ji sedî 61 pirsgirêka heremê ya herî mezin weke aborî û bêkari dibîne û ji sedî 28 jî weke meseleya kurd dibîne.

LI BAJARÊ KURDAN JI HDP JI SEDÎ 57,7 Û ‘TIFAQA CUMHUR' JI SEDÎ 32,8 DERDİXE

Di heman raporê de ji sedî 60 pergala serokatiyê neyînî û ji sedî 29 jî erenî dibîne. Di heman raporê de ji hilbijêrên ku dê cara yekem di vê hilbijartinê de deng bidin pirsa hilbijartinan hat kirin û ji sedî 72,4 dibêjin HDP û ji sedî 16,1 jî dibêje AKP. Li gorî raporê li bajarên kurdan di hilbijartina 24ê Hezîranê de HDP ji sedî 57,7, ‘Tifaqa Cumhur' ji sedî 32,8, ‘Tifaqa Milet' ji sedî 7,3, HUDA-PAR ji sedî 2,0 û yên di jî ji sedî 0,2 deng derdixin. Li gorî rapora Rawest ya meha Gulanê dengên ‘Tifaqa Cumhur' daketîye û yên HDPê jî zêde buye. Her wiha yê ‘Tifaqa Milet' û HUDA-PAR jî ketîye.

‘LI HEREMÊ PIŞT DEMIRTAŞ, NAMZETÊ HERÎ XURT ÎNCE YE'

Di raporê de ji bo tura yekem ya serokkomariyê jî ji sedî 54,1 Selahattin Demirtaş, ji sedî 36,4 Recep Tayyip Erdogan, ji sedî 6,1 Muharrem Înce, ji sedî 1,7 Temel Karamollaoglu û ji sedî 1,5 jî Meral Akşener derdikeve. Ji bo tura duyem jî Muharrem İnce ji sedî 83,9, Selahattin Demirtaş ji sedî 72,1, Recep Tayyip Erdogan jî ji sedî 71,3 deng derdixe. Li gorî raporê heger hilbijartin bimîne tura duyem dê hilbijêrên HDPê denge xwe bidin Muharrem İnce.

Bi heman mijarî:

Mediar: HDP ji sedî 12 derdixîne û di tura pêşî de serokomar nayê hilbijartin
Şerşêwirmendê Erdogan: Dê hilbijartin dûbare bibe
PDKê bersiva Komela Îslamî da: Hilbijartin nehatine betalkirin
Ehmed Hacî Reşîd: Heger 10%ê dengan cuda bibin, divê hilbijartin dubare bibin
Li Kolombiyayê îro hilbijartin tên lidarxistin
‘Dibe ku li Tirkiyeyê carek din hilbijartin neyên lidarxistin'
Etîketan:
Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de