00:44 20 Hezîran 2018
Sezai Temelli - Erol Bilecik - HDP - TÜSİAD

HDPê serdana TUSIADê kir: Pirsigrêka kurd jî hat nirxandin

© Foto : HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli serdana Serokê Komelaya Karsazên Tirk (TUSIAD) Erol Bilecik kir. Bilecik eşkere kir ku mijara pirsgirêka kurd jî di nav de gelek mijarên din ên Tirkiyeyê di hevdîtinê de hatin axaftin.

Serokê TUSIADê Erol Bilecik piştî hevdîtina bi Temelli re civîna çapemeniyê li dar xist. Bilecik destnîşanî meselyên Tirkiyeyê kir û wiha got: "Civînên şêwra bi partiyên siyasî û namzedên serokomariyê re di vê çarçoveyê de girîng dibînim û şêwra me bi birêz Hevserokê HDPê re berdewam kir. Di nav mijarên me de pirsgirêka kurd jî di nav de gelek pirsgirêkên welêt de hatin guftogokirin."

Hevserokê HDPê Sezai Temelli jî piştî Bilecik axivî û wiha got ku bi saya vê civînê me bernameya partiya xwe ragihand, li gor me pirsgirêka herî mezin ya Tirkiyeyê demokrasî ye, Tirkiye divê demildest pirsgirêka demokrasiyê çareser bike, di vê çarçoveyê de hilbijartinên 24ê Pûşberê pir girîng e. Temelli bilêv kir ku heke Tirkiye pirsgirêka demokrasiyê çarser bike bo çareserkirina pirsgirêkên din dê gavek girîng biavêje.

Bi heman mijarî:

Mediar: HDP ji sedî 12 derdixîne û di tura pêşî de serokomar nayê hilbijartin
Metropoll: Rêjeya Tifaqa Cumhur 46.5 ji sedî ye, HDP bendê derbas dike
Zîlana 13 salî ji ber nivîsa ‘Selo’ û ‘HDP’ hat binçavkirin
Li gor anketa SONARê Ince 10 pûan zêde kiriye û HDP bendê debas dike
Etîketan:
mijara kurd, hevdîtin, tusîad, Erol Bilecik, Sezai Temelli, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de