06:57 22 Hezîran 2018
Ahmet Kaya

Polîsê tirk ku ji strana Ahmet Kaya aciz bû, 15 hezar lîre ceza xwar

© Foto : Public Domain
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

M.Ayê xwediyê loqenteyê, dema ku li strana Ahmet Kaya guhdarî dikir ji aliyê 4 polîsên tirk ve bi sedema ku ji muzîka kurdî û Ahmet Kaya aicizin rastî êrîşê hat. Xwediyê okenteyê serî li serdozgeriyê da piştî 12 salan dadgehê biryara xwe ya dawî eşkere kir.

Li gor nûçeya Rojnameya Haberturkê bûyer di sala 2006an de li Aksaraya Stenbolê qewimî. M.Ayê xwediyê loqenteyê, dema ku li strana Ahmet Kaya guhdarî dikir 4 polîsên tirk ji bo xwarinê ketin hundirê lokenteyê û bangî M.A kirin ku ji mûzîka lêdide acizin û paşê li M.A xistin. M.Ayê ku hem lêdan xwar û hem jî rastî gefxwarinên polîsan hat, serî li serdozgeriya komariya Fatihê da û ji polîsan gilîdar bû. Pitre plakaya motorsîkletê polîsan û CDya mûzîkên ku lê guhdarî dikir radestî dozgeriyê kir. Miduriyeta Ewlekariya Stenbolê polîsên roja bûyerê wezîfedar bûn tespît kirin û derbarê wan de lêpirsîn da destpêkirin.

'GOTIN EM JI MUZÎKA KURDÎ Û AHMET KAYA ACIZIN'

M.A eşkere kir ku dema polîsan xwarina xwe xwarin gotin mûzîkê biguherîne, min jî guherand lê yekî ji wan bangî min kir û got tu çawa li stranên kurdî û Ahmet Kaya guhdarî dike, piştre qulmek avêt ruyê min û bi pêhnan li min da.

'BIRYARA DADGEHA HERÊMÎ BINPEKIRINA MAF E'

Dadgeha Sulhê ya 2em a Fatihê polîsê bersûc wek bêkisûr dît û hewcedariya lêbirrîna cezayê nedît, biryar di 5ê Pûşbera 2014an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bilind a Cezaya 4em ve jî hat pejirandin. Li ser vê geşedanê xwediyê loqenteyê serî li Dadgeha Bilind da. Dadgeha Destûra Bilind beraata dadgeha herêmî ya polîsên bersûc, wek binpekirina mafê mirovan nirxand û 15 hezar lîre pereyê tezmînatê, 2 hezar û 186 lîre jî pereyê mesrefên dozê li polîs birrî.

Bi heman mijarî:

Govend û muzîk ji bo HDPê hatin qedexekirin
Etîketan:
ahmet kaya, kurdî, dadgeh, maf, polîs, muzîk, Haberturk, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de