09:54 19 Hezîran 2018
Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan

HUDA-PAR: Em dê ji hemû xeletiyên Erdogan re nebêjin ‘Belê'

© REUTERS / Yasin Bulbul
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (166)
0 10

Seroka Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Mehmet Yavuz ku di hilbijartinan de piştgiriya xwe bo Serokomarê Erdogan ragihandibû got, "em dê ji hemû xeletiyên Erdogan re nebêjin Belê"

Serokê HUDA-PARê Mehmet Yavuz li bajarê Tirkiyê yê Bursayê di bernameyek fitarê de axivî. Yavuz anî ziman ku ew hêzên ku şeva 15ê Temûzê bo HUDA-PARê neyartiya xwe ragihandine û sêwirandinên siyasî û darayî red dikin. Yavuz "pêwist e destûra bingehîn were guhertin."

Serokê HUDA-PARê wiha axivî:

"Di mijara serokomariyê de me namzedek dernexist û me biryar da ku ji nava namzedan piştgiriyê bidine Recep Tayyip Erdogan. Lê piştgiriya me nayê wê wateyê ku em ji hemû xeletiyên wî re bêjin ‘Belê'.

Yavuz herwiha amaje kir ku pêwistiya Tirkiyê bi dijberiyeke rasteqînê heye, "Ji ber wê yekê pêwistiya Tirkiyê bi dijberiyeke rasteqîne yanî bi HUDA-PARê heye."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (166)

Bi heman mijarî:

HUDA-PARê daxuyannameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
HUDA-PARê piştgiriya xwe bo Erdogan ragihand
Berdevkê Huda-Parê bang li HDPê kir: Werin em şerbeta aştiyê vexwin
HDPê bersiva tifaqê da HUDA-PARê
Serokê HUDA-PARê ji partiya xwe îstîfa kir
Etîketan:
Erê, Xeletî, Piştgirî, Hilbijartin, Huda-Par, Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Yavuz, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de