09:09 18 Hezîran 2018
selahattin demirtaş

Bernameya Stenbolê ya HDPê diyar bû: Demirtaş jî tev li mîtîngê dibe!

© AP Photo /
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)
0 20

Hat ragihandin ku HDP 17ê Hezîranê saet 17.00an li Bakirkoya Stenbolê mîtîngekê li dar dixe. Di mîtîngê de dê axaftina namzedê Serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş ya TRTê jî were nîşandan.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 17ê Hezîranê saet 17.00an li Qada Bazara Gel a Bakirkoya Stenbolê bi dirûşmeya ‘ji bo jiyaneke bê şer û bê kedxwarî em dicivin' mîtînga xwe ya mezin a Stenbolê li dar dixe.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) hat diyarkirin ku di mîtînga Stenbolê de Hevserokê HDPê Pervin Buldan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku li şûna wî qeyûm hatiye wezîfedarkirin Ahmet Turk û namzedên parlementeriyê yê HDPê yê Stenbolê jî beşdarî mîtîngê dibin.

‘DÊ AXAFTINA DEMIRTAŞ A TRTê LI QADÊ WERE NÎŞANDAN'

Tê gotin ku ji ber ku axaftina namzedê partiyê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş jî di heman saetê de dê li TRTê were weşandin, li qada mîtîngê ekranên dêw hatin danîn û dê axaftina propogandayê ya Demirtaşî jî li qada mîtîngê were nîşandan.

Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku Koroya Halklarin Devrim Şarkilari (Stranên Şoreşa Gelan, Grup Kaşkar (Koma Kaşkar) û ji Koma Çarnewa Serhed jî dê derkevin ser dikê û konsertekê bidin.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)

Bi heman mijarî:

TRTê ji bo weşanê dîmenên Demirtaş girtin
Demirtaş bi rêya Whatsapê peyameke nû şand
Nivîskarê tirk: Girtina Demirtaş dengdêrên kurd motive dike
Demirtaş: Ez gavekê jî paşde navêjim, ez ê canê xwe ji bo gel feda bikim
Di mitînga Ince de wêneyên Demirtaş û dirûşmeya ‘Ji selo re azadî'
Demirtaş bi helbesteke Ahmed Arif bersiv da Erdoganî
Muharrem Înce sibe diçe serdana malbata Demirtaş
Etîketan:
Mîtîng, Hilbijartin, HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiye, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de