09:46 19 Hezîran 2018
Otobus

Otobusa rêwiyan ji rê derket: 16 mirî û 13 birîndar

© AFP 2018 / JIJI PRESS
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li eyaleta Uttar Pradeşa Hindistanê otobusa rêwiyan li bariyera qelibî û kete newalê. Di qezaya trafîkê de 16 kesan canê xwe ji dest dan û 13 jî birîndar bûn.

Dadgerê Herêma Mainpuriyê Pradeep Kumar di axaftina xwe de ragigand ku otobusa rêwiyan ku ji eyaleta Racastanê diçû Mainpuriyê qeza derbas kir.

Dadger Pradeep Kumar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gor daneyên destpêkê di bûyera qezayê de 16 kesan canê xwe ji dest dan û 3 jê giran 13 kes jî birîndar bûn. Li gor îfadeyên birîndaran ajovan pir bilez diçû û guh nedaye hişyariyên rêwiyan."

Kumar di dirêjiya axaftina xwe de got: "Lêpirsîn hat destpêkirin û ji bo ku li ser otobusê rêwî hene an na jî lêkolîn dewam dikin."

Ji aliyê din ve berpirsêkî polîsan di daxuyaniya xwe de ragihand ku piştî ku ajovan kontrola xwe winda dike li otobusê li bariyera diqelibîne û paşî diherike newalê. Li gor rojnameya Hindustan Timesê di bûyerê de 17 kesan canê xwe ji dest daye.

Bi heman mijarî:

Li Hindistanê Balefira leşkerî ket, pîlot jiyana xwe ji dest da
Li Hindistanê tanka T-90 bû wesayîta fermandaran
Li Hindistanê keça 16 salî bi saxî şewitandin
Li Bakurê Hindistanê bahoza qûmê: 77 kes mirin, 143 kes birîndar bûn
Li Hindistanê bebek ducanî hat dinyayê
Etîketan:
Li Hindistanê qezaya trafîkê, Uttar Pradeş, Hindistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de