09:59 19 Hezîran 2018
Sezai Temelli

Ji HDPê banga hilbijartinê: Ya Erdogan ya demokrasî

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli daxuyand ku di tûra duyem de muxalefet dibe bi hevkarî tevbigere. Temelli pêşniyazek jî kir û got, ne hewceye teferrûatê, ya Erdogan ya jî demokrasî, em di wê baweriyê de ne ku em ê di bin bana demokrasiyê de bicivin."

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli ji Rojnameya Cumhriyetê re axivî. Temelli di hevpeyvîna xwe de got ku, di îhtîmala tûra duyem ya hilbijartina serokomariyê de, dibe ku partiyên muxalefetê bi hevkarî tevbigerin. Temelli wiha axivî: "Hem xebatên me hem jî xebatên din nîşan didin ku serokomar di tûra duyem de dê bê bijartin. Sedema êrîşa Erdogan ya dijî HDPê ku her roj zêdetir dike ji ber ku fêhm kiriye hilbijartin dê biçe tûra duyem."

'YA DEMOKRASÎ YA ERDOGAN'

Herwiha Temelli eşkere kir ku helwesta xwe ya tûra duyem em ê di 25ê Pûşberê de biaxivin, ji niha de axaftina tûra duyem dê bi kêrî Erdogan bê, karê me yê îro bi tenê divê xebat be û tunekirina bendê ye. Temelli li ser îhtîmala helwesta mûxalefetê ya tûra duyem jî got ku bi protokolekê em mijarê dikarin çarser bikin, em dibêjin ne hewceyê teferrûatê, an Erdogan an jî demokrasî.

Bi heman mijarî:

Mediar: HDP ji sedî 12 derdixîne û di tura pêşî de serokomar nayê hilbijartin
Metropoll: Rêjeya Tifaqa Cumhur 46.5 ji sedî ye, HDP bendê derbas dike
Zîlana 13 salî ji ber nivîsa ‘Selo’ û ‘HDP’ hat binçavkirin
Li gor anketa SONARê Ince 10 pûan zêde kiriye û HDP bendê debas dike
Etîketan:
serokomar, tûra duyem, hilbijartin, Sezai Temelli, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de