23:07 21 Hezîran 2018
Mih - Mêşin

Li Wanê keriyekî pez telef bûn

© Sputnik / Виктор Чернов
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li navçeya Payizavayê ya Wanê piştî ku mêşineke ku diçêriya xwe ji hevraz avêt, 500 mêşinên din jî xwe li dû wê avêtin û tevahiya kerî telef bû.

Li zozanê Erebi-Krom ê li herêma Nordiza navçeya Payizavaya Wanê keriyekî mêşinan ji hevrazê çiya kete xwarê û telef bû. Hat diyarkirin ku piştî ku mêşineke ku diçêriya xwe avêtiye, bi qasî 500 mêşinên din jî xwe li dû wê avêtine û bi vî awayî tevahiya kerî telef bûye.

Yek ji şêniyên mezrayê Ahmet Karataş diyar kir ku piştî ku mêşineke xwe avêtiyê xwarê, keriyê pêz xwe li dû wê avêtiye xwarê, "ji ber bûyerê em şoke bûn. Dema em hatine cihê bûyerê em rastî laşê heywanan hatin. Nêzîkî 500 heywanê me telef bûn. Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin."

Bi heman mijarî:

Polîsan li Amed û Wanê 8 hunermed desteser kirin
Qedexeya li Wanê bo mehekê hat dirêjkirin
Cendermeyan dest danî ser 7 ton masiyên Gola Wanê
Li Wanê jina ducanî li korîdora nexweşxaneyê welidî
Li Wanê zaroka 3 salî di çem de xeniqî
103 deşt û zozanên bajarê Wanê hatin qedexekirin
Etîketan:
mêşîn, kerî, jiyan, Wan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de