19:06 23 Hezîran 2018
Devlet Bahçeli

‘Gumana AKPê ya li hemberî MHPê zêde dibe'

© AFP 2018 / Adem Altan
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hat îdîakirin ku di navbera partiyên ‘Tifaka Komarî' AKP û MHPê de nîqas derketiye û gumana AKPê ya li Devlet Bahçeli dewam dike.

Ji hilbijartinên 24ê Hezîranê re ji du hefteyan jî kêmtir dem ma û hinek nîqaşên navbera AKP û MHPê dibe mijara kulîsan. Di nava Tifaqa Komarî de herî dawî nîqaş di navbera Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli û Tugrul Turkeş de derket.

Li gor nûçeya Emine Kaplan a rojnameya Cumhuriyetê, ev nîqaş gelek caran li kulîsan tê ziman.

Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku digel Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîr Binali Yildirim û hinek berpirsên partiyê gotin wê tifaqa bi MHPê re piştî 24ê Hezîranê jî bidome, lê qismekî partiyê baweriyê bi Bahçeli nayîne. Dibe berî hilbijartinê dîsa Devlet Bahçeli wek hilbijatina pêşwext û meseleya efûyê tiştekî din bavîne holê."

Bi heman mijarî:

Şirketa anketor: AKP û MHP herdu bi hev re jî ji sedî 50 derbas nakin
AKP, HDP û MHP wê kongreyên xwe di heman demê de li dar bixin
‘MHP dê parçe bibe û wê tevlî AKP û BBPê bibe'
Li Enqereyê wê Serokên AKP, CHP û MHP lûtkeya ‘terorê’ pêk bînin
AKP û MHP sibe dê ji bo pêşniyara serokatiyê daxuyaniyeke hevbeş bidin
‘AKP û MHP nîqaşa tunekirina Ocalan dikin'
Etîketan:
AKP, MHP, Devlet Bahçeli, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de