20:25 20 Hezîran 2018
Mitînga CHPê ya Amedê

Ince bersiva mitînga Amedê da Erdogan: Derewan dikin

© REUTERS / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Namzedê CHPê yê serokomariyê Muharrem Ince bersiveke tund da Serokomar Erdogan ku gotibû 2li gor îstîxbarat ku min bi dest xistiye piraniya kesên ku tevlî mitînga CHPê bûne HDPeyî ne'.

Namzedê CHPê yê serokomariyê Muharrem Ince ji Muglayê bersiveke tund da Serokomar Recep Tayyip Erdogan ku gotibû 2li gor îstîxbarat ku min bi dest xistiye piraniya kesên ku tevlî mitînga CHPê bûne HDPeyî ne'. Ya pêşî ji kengî ve îstîxbarata vî welatî qadên miting ên vî welatî dixe bin kontrolê. Dîrektîfê bide îstîxbaratê bila nehêlin bombe werin teqandin, ne ku mitîngan bişopînin."

Muharrem Ince di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tu kî û îstîxbarat kî? ma ne te derbeya leşkerî ji zavayê bihîstibû. Ya baş tu berpirsê MÎTê biguherîne. Derewan ji te re dike. Di mitînga Amedê de birayên min ê AKPeyî jî hebûn. Ez şa dibim bê 16 salan çawa ev dewlet birêve bir. Ji îstîxbaratê pirsiyê bê çend kes hene. Xwelî li serê wî kesê serê MÎTê û li wê îstîxbaratê ku ev agahî dabe te."

Bi heman mijarî:

Tirkiye: Em ê li Herêma Kurdistanê bimînin
Di mitînga Ince de wêneyên Demirtaş û dirûşmeya ‘Ji selo re azadî'
Ince li Amedê axivî: Em dê pirsa kurdî li parlementoyê çareser bikin
Ince: Li Enqereyê qesr, li Stenbolê 5 avahî hene, niha jî li Marmarîsê havîngehekê çêdike
Muharrem Ince piştî mitînga Amedê wê serdana Demirtaş bike
Etîketan:
Namzediya serokomariya Tirkiyeyê, CHP, Muharrem Ince, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de