13:31 23 Hezîran 2018
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan

Buldan: Bidarvekirina Demirtaşî ne hedê we ye

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (186)
0 10

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li bajarê Dîlokê di çarçoveya bangeşeya xwe ya hilbijartinê axivî û bersiv da daxuyaniyên Erdogan ên ji bo Demîrtaş û got: "Berpirsyarê hemû komkujiyan hûn in. Planên wan çem û çem çûn, niha jî dest bi sûcdariyê kirin e û Demîrtaş sûcdar dikin. Bidarvekirina Demîrtaş ne hedê we ye."

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan li Dîlokê axivî û got "Tayyip Beg (Erdogan) rabûye û dibêje ‘Demirtaş berpirsyarê kuştina welatiyan e' Em li vir bang dikin, kerem bike vaye meydan, werin em derxin holê. Bi taybbetî yê digot ‘Kobanî ha ket, ha dikeve' rabûye berpirsyariyê dixe stûyê Demîrtaş. Ji bo ku Kobanê neket, berpirsyarê komkujiyê dixe stûyê me. Ji ber ku hemû planên AKPê yên ji bo Kobaniyê çem û çem çûn, nîha li meydanan me sûcdar dike.."

‘HIŞMENDIYA KU GELÊ KURD TINE DIHESIBÎNE DÊ QET NIKARIBE XWE LI SER PIYAN BIGIRE'

Buldanê axaftina xwe wiha domand, "bûyeran Kobaniyê de jî dîsa Kurd û endamên me hatin kuştin. Kurdan tine dihesibînin û tine dikin. Em bi hişmendiyeke wiha re rû bi rû ne. Em ê vê hişmendiyê 24ê Hezîranê di sindoqan de bihêlin. Hişmendiyeke ku gelê Kurd tine dihesibîne dê qet nikaribe xwe li ser piyan bigire. Yên beriya te jî kurd tine dihesibandin çûn, hûn ê jî wek wan biçin sergoyê dîrokê."

‘AKP ÊDÎ TI HÊVIYÊ NADE WELATIYAN'

Budan di dirêjahiya axaftina xwe de amaje kir ku AKPê ti hêviyê nade gel, "AKP êdî ti hêvî û bendewariyan nade. Bedel, êş û kulên herî giran li welêt dide jiyandin. Hemû pêkanînên wan li ber çavan e. Li seranserê welêt qeyraneke aborî û civakî heye. Daxwaza wan ne çareserkirina pirsgirêka gelê Dîlokê ye. Daxwaza wan berjewendiyên wan e. Lê em vê sozê didin gelê xwe dema em bi hêz biçin meclîsê û em ê hemû pirsgirêkên gelê xwe çareser bikin. Em ê bi pirsgirêkan re yek bi yek peywendîdar bibin. Mahmut Togrul yek ji van hevalê me ye. Namzedek me hevalê me Osman hêj di girtîgehê de ye. Wê gelê Dîlokê namzedê xwe ji girtîgehê derxe û wî azad bike."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (186)

Bi heman mijarî:

Buldan: Ev hilbijartineke çarenivîssaz e
Pervîn Buldan ji bo çi li ser pirsa piştgiriya Akşener bo tûra duyem xemgîn bû?
Pervîn Buldan: Serlêdana tehliyekirina Demirtaş hat redkirin, wê gelê me wî tehliye bike
Buldan: Tu kurdek jî deng nade Akşenerê
Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
Buldan: Tifaqa Kurdistanî ji bo pêşeroja kurdan gelek girîng e
Etîketan:
Bangeşe, Hilbijartin, Pervin Buldan, dîlok
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de