13:32 23 Hezîran 2018
Ferhat Encu di greva birçîbûnê de ji bo Serokê PKKê Abudllah Ocalanî

Ji bo Ferhat Encu 10 mehan cezaya girtîgehê hat dayîn

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Ji bo Ferhat Encuyê ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin, bi hinceta ku nehişt polîs li mala wî bigerin, 10 mehan cezayê girtîgehê hat birîn. Dadgehê ew ceza veguherand cezayê pereyan.

Darizandina parlamenterê bêrê yê Şirnexê yê HDPê Ferhat Encu, ku ji ber dozeke din parlamenteriya wî hatibû betalkirin, li Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê berdewam kir.

Encu di vê dozê de bi hinceta ku di meha sibatê ya sala 2016an de di dema şerê xendeqan de li navçeya Hezexê ya Şirnexê nehiştiye polîs li mala wî bigerin, ji Girtîgeha Kandirayê bi rêya SEGBİSê beşdarî danişînê bû.

Dadgehê piştî parastinan biryara xwe ragihand û bi hinceta ku "Bi awayekî eşkere hikumeta Komara Tirkiyeyê, saziyên darazê yên dewletê, teşkîlatên leşkerî û polîsan biçûk xistiye" 10 sal cezayê girtîgehê li Encu birî. Dadgehê ew ceza veguherand cezayê pereyan.

Bi heman mijarî:

Ji HDPê raporta astengkirinê: 57 êrîş, 208 binçavkirin
Hevserokê HDPê Temellî: Çi gefan dixwî bixwe, em bejna xwe natewînin
'Navenda giştî a HDPê û Mustafa Karasu nexwestin tifaqa kurdistanî pêk were'
Rêveberê CHPê eşkere kir: Gelo dê CHP piştgiriya HDPê bike?
Polîsan mudaxaleyî çalakîya HDPê ya hilbijartinê kir: 2 kes hatin desteserkirin
Mele bo sifreya fitara HDPê azan neda
Hevserok jî di nav de gelek endamên HDPê hat desteserkirin
Etîketan:
cezaya girtîgehê, Parlamenterê berê yê HDPê, Ferhat Encu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de