09:09 18 Hezîran 2018
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Gelo partiyên dijberiyê êdî dikarin alternatîvan ji Erdoganî re derxin?

© AP Photo / Presidential Press Service
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Rojnamevan û pisporê karûbarên Tirkiyeyê Yûsif Şerîfî di nivîseke xwe de diyar dike ku sedema ku AKP û Serokê wê Recep Tayyip Erdoganî 16 salan hikim li Tirkiyeyê kir, ew bû ku dijberiyê nedikarî reqîbekî karîzmatîk derxîne pêşberî Erdoganî lê êdî rewş guheriye û namzedên karîzmatîk di nav partiyên dijberiyê de hene.

Rojnamevan û pisporê karûbarên Tirkiyeyê û peyamnêrê berê yê Al Jazeereyê Yûsif Şerîfî di malpera el Eynê de derbarê hilbijartina 24ê Hezîranê ya Tirkiyeyê de nivîsî û diyar kir ku ji roja ku AKPê hatiye ser desthilatê anku ji sala 2002an ve û heta niha, ezmûna herî zehmet li pêşberî partiyên dijberiyê ew bû ku wan nikarî kesayeteke karîzmatîk derxin pêşberî Serokkomarê niha û serokwezîrê wê demê yê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî û herwiha nikarî projeyên rasteqîn ên aborî û siyasî pêşkêş bike û wiha dewam kir:

"Bi xêra karîzmaya Erdoganî û çalakiya tîma wî ya serokatiya Partiya Dadwerî û Geşedanê ya wê çaxê û têkiliyên baş li gel dewletên rojava, AKPê karî di hemû hilbijartinan de bi ser keve ku bi bi ferqeke mezin partiyên dijberî li dû xwe dihiştin."

"NE ERDOGAN LÊ KADROYA WÎ Û PROJEYÊN WÎ SEDEM BÛN KU BIBE DESTHILAT"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan
© AP Photo / Murat Cetinmuhurdar/Pool Photo
Şerîf di nivîsa xwe de îdîa dike ku Erdogan ne sedema bingehîn a serkeftina AKPê bû, li gel ku kesayeta Erdoganî ya serhildêr roleke giring di berhevkirina dengê muhafezekaran de lîstibe jî lê kadroya wî ya serkirdayetiyê ya xurt, projeyên wî yên siyasî û nû û reformîst û têkiliyên nû li gel dewletên rojavayî bêtir bûn sedem ku partiya wî bi ser keve.

"ERDOGAN SALA 2003AN MEYILDAR BÛ KU DESTÛRÊ BIDE AMERÎKAYÊ JI BO TÊKEVE IRAQÊ"

Rojnamevanê ereb dibêje ku "Erdogan di sala 2003an de meyildarê wê yekê bû ku destûrê bide hêzên amerîkî da ku xaka Tirkiyeyê bi kar bînin ji bo Iraqê dagir bikin  lê Abdullah Gul û Ahmet Davutoglu roleke mezin lîst ku parlamenterên partiyê qanî kirin da ku wê biryarê red bikin. Di encamê de jî parlamentoyê ew biryar red kir û ev jî bû sedem ku popûlerîtiya partiyê li Tirkiyeyê û li cîhana erebî zêde bibe."

Li gorî Şerîfî, piştî ku Abdullah Gul bû serokkomarê Tirkiyeyê û ji partiyê derket, Erdogan dest bi operasyona piştguhkirina serkirdeyan kir û biryara nava partiyê xist destê xwe.

Di berdewamiya nivîsê de Şerîf dibêje: "Hinek şirovekarên siyasî qebûl dikin ku 'şensê Erdoganî hebû', ji ber rastî dijberiyeke qels dihat ku ew partî (yên dijberiyê) nekarî serkirdayetiyên xurt û programên rasteqîn pêşkêş bikin."

"JI BO ERDOGANÎ REWŞ HATIYE GUHERTIN"

Şerîf dibêje ku êdî rewş hatiye guhertin ji ber ku êdî di nav partiyên dijberiyê de kesayetên heta astekê karîzmatîk derdikevin û herwiha ew partî hevkariyê jî dikin û wiha dewam dike: Li himberî vê rewşa nû, Serokkomar Erdogan di kampanyaya xwe ya hilbijartina serokatiyê de di projeyên bibengî pêşkêş nake ku berê wisa dikir lê belê ji ber têkçûna rewşa aborî û siyasî tûşî rexneyan tê."

"ERDOGAN DEST JI HIKMÎ BERNADE"

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
© AP Photo / Presidential Press Service
Nivîskar îdîa dike ku ku "piştgir û dijberên Erdoganî wiha difikirin ku çi bibe jî, Erdogan dê dest ji hikmî bernede û ev rewş berovajî wê yekê ye ku Tirkiye komareke demokratîk- wek destûr dibêje- û destûr û qanûn guhertina aştiyane ya desthilatê misoger dike. Tiştê vê fikirê xurt dike, ew e ku Erdoganî demeke dirêj hukim kir û hêdî hêdî hemû movikên hikmê dewletê xistin destê xwe ku artêş û dadwerî jî di nav de. Gelek kes dibêjin ku Erdogan dê dest ji desthilatê bernedin, ji ber ew dê parêzbendiya wî ya siyasî jê bistîne û dê dosyayên berê û tawanbarkirinên gendeliyê yên lêpirsîna wan rawestiyaye vekin. Li gel vê jî ihtimal heye ku dosyayek nepen jî vebe ku ew dosyaya MITa tirkî û têkiliya wê ya nepen li gel rêxistinên tundrew ku El Nusra di nav wan de ye."

Bi heman mijarî:

DYA: Me bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê li hev nekiriye
Pisporên rûsî ji bo kontrolkirina sêvan çûn Tirkiyeyê
Li hemberî F-35ên Amerîkayê, SU-57ên rûsî ji bo Tirkiyeyê dibin alternatîf
Tirkiyeyê sînorê Herêma Kurdistanê topbaran kir
'Kevir jî ji Artêşa Tirkiyeyê nefilitîn'
Şanda rûsî piştî hevdîtina bi Beşar Esad re, derbasî Tirkiyeyê bû
Rûsya: Ji bo Tirkiyeyê sewkiyatên pêşîn ên S-400î dibe di sala 2019a de destpê bikin
Sûriye: Em bi hêvîne pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re baş bibin, lê şertên me hene
Li giştiye Tirkiyeyê operasyon, gellek kes hatin desteserkirin
Etîketan:
Yûsif Şerîf, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de