09:45 19 Hezîran 2018
Farqîn-festîval- zarok

Di 5 salên dawî de li Tirkiyeyê 319 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Li gor raporta derbarê zarokên karkar ên Tirkiyeyê, ji sala 2013an û vir de 319 zarokên karker bûn qûrbaniyên karên xwe. Zarokên karker herî zêde di karê cotkarî û daristanê de jiyana xwe ji dest didin.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Enqereyê, bo dijî karkeriya zarokan raportek amade kir. li gor daneyên raportê, ji sala 2013 an û heta 5 mehên ewil ên 2018an, 319 zarokan bi sedema kar jiyana xwe ji dest dane.

​Di navbera salên 2014 û 2016an de jî 13 hezar û 616 zarokên bi sîgorta jî qezaya kar derbas kirin û birîndar bûn. Her wiha li gor raportê bajarên ku herî zêde cînayeta zarokan lê hat kirin jî wiha ne, Adana, Riha, û Anteb e. Zarokên karker herî zêde di karê cotkarî û daristanê de jiyana xwe ji dest didin.

Bi heman mijarî:

Keştiya penaberan bin av bû: 6 jê zarok, 9 kes mirin
Li Xirwatistanê polîsan gule bera penaberan dan û 2 zarok birîndar kirin
Li Amedê yek jê zarok du kes di avê de xeniqîn
Etîketan:
tenduristî, karker, kar, Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Enqereyê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de